Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîplomatên Ewropî di Tehranê de rastî bêhurmetiya rayedarên rejîma Îranê hatin

11:11 - 10 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Piştî vê ku hinek ji dîplomatên Ewropî serdana Wezareta Derve ya Rejîma Îranê kirin, lê rastî bêhurmetiya rayedarên rejîmê hatin.

Piştî vê ku Wezareta Karê Derve ya Danmarkê û hindek ji dîplomatên YE ragehandin ku beşek ji Wezareta Îtila`atê û du kesayteiyên Îranê ketin nava rêzbenda terorê ya YE, heyeteke dîplomatên Ewropî serdana Wezareta Karê Derve ya Rejîma Îranê kirin, û xwastinm di vê derheqê de bi rayedar û dîplomatên rejîmê re baxivin, lê ew yek bêencam ma, û tenê deh deqeyan dom kir, jiber ku dîplomatên rejîmê bêhurmetî bi wan dîplomatên YE kirin.

Di vê derheqê de berdevkê Wezareta Karê Derve ya rejîma Îranê Behram Qasimiyan ragehand ku di vê çarçoveyê de ewê helwesta xwe di hemberî vê kirayar YE de ragehînin.

Piştî wan bûyeran, dewleta Holendê jî nameyek bo parlementoya xwe nivîsand û tê de ragehand ku di salên 2015 û 2017`an de, wan belge hene ku aliyê kêm rejîma Îranê du dijberên xwe teror kirine.

Danmarkê Îtila`ata rejîma Îranê tawanbar kiriye ku bona kuştina dijberên xwe di nav xaka Danmarkê de bername û pilanan dadinê.