Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîplomatên rejîma Îranê li derve, karê sîxurî û terorîstî dikin

12:09 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Serdozgeriya federal ya Alman, bi awayekî fermî dîplomatekî Îranî tawanbar kir, bi darêtina pilana bombedanîna di cihê merasima girûpeke dijberê rejîma Îranê li derveyî welat.

Esedullah Esedî yek ji dîplomatên balyozxaneya Îranê li Utrîşê bi tawana amadekariya bo êrîşeke terorîstî ya pilankirî li dijî merasima salane ya girûpeke dijberê rejîma Îranê,  ji aliyê polîsê Almanyayê ve hatiye girtin.

Navbirî ji sala 2014`an ve, wekî dîplomat di balyozxaneya Îranê li Viyenê çalakî hebûye, û endamê Îtila`ata Îranê bûye, ku erk û wezefeya wî, çavdêrya hûr, û xebata li dijî girûpên opozisyonê di navxwe û li derveyî Îranê de bûye.

Berpirsên Biljîkî jî Esedî tawanbar dikin bi vê ku pilaneke terorîstî darêtiye, û daxwaza radetskirina wî kirine.

“Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê jî, roja borî di hevpeyvîna bi “Sky news” ya Erebî re ragehand, ku rejîma Îranê balyozxaneyên xwe bo encamdana êrîşên tundrevane di Ewropayê de bi kar tîne, û hişdarî da ku ku kiryarên weha, wê gellek giran ser rejîma Îranê tewaw bin.  

“Heather Nauert” berdevka Wezareta Karê Derve a Amerîkayê jî tevî pêdagirîkirina li ser vê ku ew  nûçeyên derbarê wî dîplomatê destbiserkirî di Ewropayê de bi hûrî  dişopînin,  berdewamiya rejîma Îranê li ser kiryarên terorîstî di raserî cîhanê de mehkûm kir.

Serdozgeriya Alman roja Çarşemiyê deqa hukmê destbiserkirina Esedullah dîplomatê Îranî belav kir, ku tê de hatibû: “Esedullah di meha Adarê de, du Îranî amade kiribûn bona êrîşeke terorîstî li dijî civîn û merasima salane ya hêzeke opozisyona Îranî”.

Li dijkiryara bi vê dosiyeyê Behram Qasimî, berdevkê Wezareta Karê Derve  ya Îranê, û hin berpirsên din ragehandin ku ew kiryara Almanyayê bona têkdana pêwendiyên Îran û Ewropayê ye.

Di rastî de ew dosiye diakre derbê li rûçikê dewleta Rûhanî di asta navneteweyî de bide, ew jî di demekê de ku ew dewlet ji aliyekî ve di bin zexta dorpêçên Amerîkayê de ye, û ji aliyekî din ve jî digel xwenîşandanên xelkê welat di navxwe de berbirû ye, ku ji rewşa xirab ya aborî bêzar bûne, û tu hêviyeke wan bi rejîmê û qewlên wan nemaye.