Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan Amed bûye qada tundûtûjî ya tevî Kurdan

20:07 - 30 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Piştî meşên nerazîbûnê ên xelkê nerazî li Ameda Bakûrê Kurdistanê, xelkê nerazî tevî polîsê Tirkiyê tevlî hev bûn û di encam de şer û alozî derketin holê û polîs jî, bona belavkirin û têkdana meşê, ji gaza rondikrêj mifah wergirt.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Sêşemî berwarê 8’ê Befranbara sala 1394’an a Rojî, nêzîk bi 2 hezar hemwelatiyên Kurd ên Ameda Bakûrê Kurdistanê, di meşeke nerazîbûnê de daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê ku, kirin ku rewşa awarte ya Amedê bidawî bîne, lê di bersiva daxwaza wan de, polîsê Tirkiyê ji gaza rondikrêj mifah wergirt.

Eva di demekê de ye ku li bajarên Cizîre , Nêsêbîn û Amedê heya niha rewşa awarte hatiye ragehandin û, ragehandinên dewletê jî dibêjin ku xelkê wan bajaran bo cihên ewleh koç dikin û, kesên mayî di wan bajaran de jî dibêjin ku, tu xizmetguzariyek di bajarên wan de nemaye.

Hewceyî basê ye ku bi sedema ragehandina rewşa awarte di wan bajaran de, nexweşxane û xwendingeh û îdareyên dewletî tehtîl hatine ragehandin.

Her di vê derheqê de HDP’ê ragehandiye ku di despêka derketina girjî û aloziyan de heya niha, 129 kes hatine kuştin.