Kurdistanmedia: Nazê Parsa diya şehîdekî PDKÎ li bajarê Nexedê xatirê xwe ji jiyanê xwast.
Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemiyê 23`ê Cozerdanê Nazê Parsa diya şehîdê sorxelate gelê me şehîd Celaledîn Bîdox bi sedema nexweşiyê di temenê 87 saliyê de di nexweşxaneya bajarê Nexedê de koça dawî kir.
Nazê jineke dilsoj û xemxor ji bo gelê xwe û xweşnav di nava dost û nasyaran de bû, û termê navbirî di nava girseya xelkê navçeyê de bi axê hate spartin.
Şehîd Celaledîn Bîdox di sala 1341`an de, li bajarê Nexedê ji dayîk bûye. Navbirî pêşmergê hêza şehîd Efşîn bû, û di şerê li dijî dagîrkeran de, li gundê Qelatan di roja 6`ê Xakelêweya sala 1359`an de şehîd bû.
PDKÎ sersaxiyê li malbat û xizm û kesûkarê navbirî dike, û xwe hevparê xema wan dizane.