Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dizî û gendeliya ku di Îranê de heye, di cîhanê de bê mînake

12:20 - 4 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Ew serwet û heyiya ku di Îranê de ji aliyê deshilatdarên rejîmê ve tê dizîn û talan kirin, di tu ciheke cîhanê de mînak û hevrengê wê tunî ne.

Pêka berhevdanan, hatiye texmîn kirin ku, ew serwet û heyiya ku di Îranê de tête dizîn, 4 caran hindî wê serwetê ye ku, kariye welatê Çînê li warê aborî ve bigehîne pila yekemîn di asta cîhanê de.

Mihemed Musa`êd rojnamevan û nûçegehanê berê yê rojnama Şerq û xwediyê xelatê Emîn el-Zerb a Sala 1397an, di derheq rewşa herifî a aboriya Îranê de Got: Sebebê xirabiya rewşa aboriya welat û xelkê, dorpêçên Amerîka û givaşên derekî nîne, belkî dizîn û talankirina Serweta Îranê ji aliyê deshilatdarên rejîmê ye.

Navbirî got ew serwet û perê ku di Îranê de tête dizîn, li tu ciheke wê Cîhanê de qasê wê tunîne, ewa dizî nine, belkî reş çalên mezinin ku hemû heyî û neyiya xelkê Îranê li xwe de qurt dide.