Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dorpêçên nû yên Amerîka li dijî Îran û Hizbullahê

19:58 - 28 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Pêştî îlankirina stratejiya nû a serokomarê Amerîkayê derheqê rejîma Îranê de, tewahiya sazî û rêxisitnên hikûmetî yên wî welatî bi awayekî bilez û berdewam mijûlî lêkolîna li ser stratejiya nû a Amerîka ne.

Li gora rapora nûçegîhaniya “Reuyters”ê, hejmarek ji parlemantarên Amerîkayê 3 pirojeyasayên nû derheqê danana dorpêçên berfireh yên li dijî Îran û Hizbullah a Lubnanê, radestî Parlemana wî welatî kirine, û her 3 terh di roja Çarşemî 4`ê Xezelwerê de bê tu djiyayetiyekê hatine pejirandin. Herwiha li gora van pirojeyasayên pêşniyarkirî hemû kes, sazî û kompaniyên ku di dabînkirina çavkaniyên aborî û herwiha rakêşana hêza mirovî de, digel Hizbullahê alîkariyê bikin, wê bikevin bin dorpêçana de.

Pejiradina wî terhî piştî axavitinên “Mich Pens”, cîgirê serkomarê Amerîka, di merasima bîranîna êrîş a li ser binkeya hêzên deryaî ya Amerîka di Bêyrûtê de hatibû encamdan, û îlankiribû ku Amerîka bêkar narûnê, daku Ayetûllahên ku di Tehranê de ne, pîlana êrîşeke din li dijî wî welatî dabirêjin.

Herwiha pirojeyasaya duyem îşarê bi cinayetên şer yên Îran û Hizbullahê dike, û li gora wê pirojeyasayê Îran û Hizbullaha Lubnanê, bi sebeba mifahwergiritina ji hemwelatiyan, weke mertalên mirovî, dikevine ber dorpêçan û terha sêyem jî ji NY dawxaz dike daku Hizbullaha Lubnanê bixe nav rêzbenda girûpên terorîstî de.

Girîngiya wan terhan di vê yekê de ye ku, ne tenê bi berfirehkirina asta dorpêçan zêde kiriye, belku bi gişt saziya Hizbullahê weke girûpeke terorîstî nas kiriye û dixe ber dorpêçan de.

Hêjayê gotinê ye ku, terha çaremîn jî di destûra karê Parlemana nûnerên Amerîka de ye, ku derheqê bernameya mûşekî a Îranê de ye, û herwiha ev pirojeyasa bi armanca kêmkirina bernameyên mûşekî yên Îranê hatiye dirustkirin, û baleke taybetî dide mûşekên ku hêza hilgiritna “kulahek”ên navikî hene.