Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dozgeriya Mînabê mohleta bêhnvedanê bi girtiyên kurd nade

20:44 - 25 Nîsan 2015

Kurdistan media: Demeke ku daxwaza mohleta Mohemed Husên Rizaî girtiyê siyasî yê kurd li girtîgeha Mînabê ji aliyên berpirsên dozgeriyê ve tê red kirin.

Li gor raporta malpera Kurdistan media, Mohemed Husên Rizaî girtîê siyasî yê kurd ku di girtîgeha Mînabê deye. Ji dana mohleta bêhnvedanê ji bona cavdêriya pizjşkî bê par maye.

10669.jpg
Mohemed Husên Rizaî , pêştir ji aliyê hêzên Sipaha Pasdaranê bi teqe ya raste qîne ve hatibû birîndarkirin.

Navenda parastina mafên mirov li kurdistanê ragihandiya ku pizişkî yasaî daye zanîn , dozgeriya bajarê Mînabê di gel mohleta bêhn vedana Rizaî dijaîetiyê dike.

Ew çalakvanê siyasî ê kurd di sala 2011`an ve bi tometa endambûn û hewkarîkirin li gel yek jî partiyên siyasî ên kurd di bajarê Sine ji aliyê rejîma Îranê ve hate destbiserkirin. Di havîna 2012`an de ji aliyê dozgerîa Şoreşa Sine ,cezayê 45 sal zindan û dûrxistin bo girtîgeha Mînabê bo hat birîn.

Mohemed Husên Rizaî , di heyamê bincavkirinê ji aliyê hêzên Sipaha Pasdaranê ve bi teqeya rasteqîna hatibû birîndarkirin , heta nih jî bi başî nehatiya derman kirin.