Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Îdrîs Ehmedî: Siyaseta gotarî yan devkî ya Amerîkayê guheriye, lê hêşta siyaseta guherîna rejîmê di holê de nine, û amade nine ku niha de nirxa guherîna rejîmê bide.

14:04 - 24 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Malpera Kurdistanmedia li ser pirsa ragehandina stratejiya nû ya Amerîkayê li hemberî Komara Îslmaî ya Îranê û programa wê ya navikî digel birêz Îdrîs Ehmedî mamostayê zankoyê û şareza di siyaseta derekî ya Amerîkayê de hevpeyvînek pêk aniye.

Deqa gotûbêjê:

1-Trump stratejiya Amerîkayê li dijî rejîma Îranê xiste rû, û berevajiyê şirovekaran ku bas ji vê dikirin ku Bercam hildiweşe, û Spaha Pasdaran a rejîmaÎranê wê bixin nava lîsteya terorê de, lê berevajî wisa nebû, sedem vedigerin ser çi?


Bersiv: Du sedemên sereke hene ku yekem rêkevtina navikî serbarê kêmasiyên xwe, û serbarê vê ku çareyeke demkî bo kirîza navikî ya Îranê bû, û nikare dawî car rê li ber Komara Îslamiya Îranê bigre, di warê bidestveanîna çeka navikî bi sedema piştevaniyeke navdewletî û heya radeyekê jî navxweyî ku bo vê rêkevtinê heye, destê îdareya Trump girê daye, amanca Obama û Îranê jî her ew bû ku destê îdareyên piştî îdareya Obama girê bide, û hilweşandina rêkevtinê dijwar û pirr buha be.

2-Amerîka bedîleke baştir yan rohn ji bo vê rêkevtinê nîne. Bedela vê ku bas ji stratejiyeke tewaw dariştî bike, baştir ew e ku bas ji pêngavhilgitina ber bi darêtina siyaseteke nû ya Amerîkî li hemberî Îranê bê kirin, sedem jî ew e ku amanca dawî ya siyaseta Amerîkayê li hemberî Îranê zelal nebûye, û bi watayeke din, Amerîkayê niha jî digel de be, dawî rawestgeha siyaseta xwe di hemberî Îranê de rohn nekiriye.

Metirsiyên li ser asayişa navdewletî ku ji Komara Îslamî ve çavkanî digrin, tenê sînordar nînin bi pirojeya navikî ya Îranê, û Komara Îslamî piştevanê terorîzmê ye di cîhanê de, û herwisa li pêxema zalbûna bi ser Rojhilata Navîn de, pêkanîna nearamiyê kiriye bingeha sereke ya siyaseta derve ya xwe.

Xwezaya dîktatorî û tayifegerî ya rejîma Îranê li Tehranê tevî stratjiya berfirehxwaziya Îranê nekarî ji bilî terorîzmê, belavkirina tayifegerî û di domê de pêkanaîna neseqamgîriyê encameke din hebe. Eva ku cara dawiyê dikare dawiyê bi vê rewşê bîne, yan eva ye ku hemû welatên Rojhilata navîn teslîmî Îranê bibin û herwisa zilhêz di navçeyê de paşekêşeyê bikin, yan eva ku Amerîka û hevpeymanên wê rejîmê li Tehranê biguherin.

Min jêve ye ku siyaseta gotarî yan devkî ya Amerîkayê guheriye, lê hêşta siyaseta guherîna rejîmê di holê de nine, û amade jî nine ku di niha de buhaya têkçûna rejîmê bigre stûyê xwe.

2-Gelo hewlesta YE derheq ragirtina Bercamê li ser biryarên Amerîkayê bandore xwe hebûye?

Bersiv: Bêguman wisa ye, siyaseta derve ya welatan, û zilhêzeke wekî Amerîkayê jî digel de be, hertim berbirûyê berbestên navxweyî û navdewletî dibe. Rewşa piştî 11`ê Septamberê jê derkeve, ku rewşeke rîzper bû wekî dibêjin derwazeya derfetê ji bo Ameîkayê vekiriye, da ku cesûrane tevbigere, û Amerîka bi sedema berbestên di asta navdewletî de, nikare hertim amancên stratejîk ên zelal hebe, yan jî bi hêsanî di kurtheyam de bigihîje armancên xwe.

Xeynî welatên Ewropî ku nîgeranê vê ne ku şerekî din di Rojhilata Navîn de, berjewendiyên wan ên enrjiyê bixe metirsiytê de, û herwisa bi sedema nêzîkatiya erdnîgariyê gellek penaber rû dikin wir, û Rûsiye û Çîn digel vê ku naxwazin ku Îran bibe xwediyê çeka navikî û çar caran piştevnî ji sepandina gemaroyan bi ser Îranê de kiriye, û di Konseya Asayişa NY de, ew jî li dijî hilweşandina wê rêkevtinê ne.

Pirs: Li gora vê ku her sê mehan carekê dibe ku Tramp zanyariyên nû derheq Bercamê bide, û li dijî çalakiyên rejîma Îranê derkeve, egera wê heye ku Spaha Pasdaran bi fermî bikeve nava lîsteya terorê de?

Bersiv: Ew eger heye, lê ji aliyekî ve girêdayî ye bi vê ku Spaha Pasdaran dirêjiyê bide kiryarên xwe ên terorîstî, û ji aliyekî din ve pêdeçûnek bi ser vê rêkevtinê de nehê kirin, ku hindek ji nîgeraiyên Amerîkayê bi xwe ve bigre.

Spaha Pasdaran zêdetir karê terorîstî bi wekalet dike. Ji niha şûnda zêdetir xwe diparêze, di vê derheqê de ku destê wan eşkere nebe di teroran de. Herwisa egera wê zêde ye ku pêdeçûn bi ser vê rêkevtinê de bihê kirin. Bi taybetî piştî vê ku Îran ji riya Eman ve amadeyiya xwe nîşan daye, bona pêngaveke wisa, lê Hesen Rûhanî pêdeçûnê bi ser rêkevtinê de qebûl nake. Welatên Ewropî jî bo rêgiriya ji hiloşandina rêkevtinê, ji niha şûnda zêdetir hewla dîplomatîk didin bona ragirtina vê rêkevtinê. Eger ew yek bihê kirin, dijwar dibe bo îdareya Tramp ku Spaha Pasdaran bixe nava lîsta terorê de.

Lê Amerîka hevdem dixwaze ku pirsa etomî ji tehlûkeyên din cuda bike. Herwisa egera vê zêde ye ku Tramp rêkevtinê nehilweşîne, û Îran her dirêjiyê bide nearamiyê di Rojhilata Navaîn de, û di bin rexneyên navxweyî de, spahê bixin nav lîsta terorê de. Ez bawer im ku rejîma Îranê dev ji siyasetên xwe bernade, lewra di dawiyê de li Rojhilata Navîn de, û di bin rexneyên navxweyî de, spahê bixin nava lîsta terorê de.

Pirs: Endamên Kongireya Amerîkayê serbarê vê ku piştgiriya biryara Tramp kirin, lê rexne jî ji vê yekê girtine, ku ew kiryarên Tramp gellek piratîkî nînin, û dibin sedema bihêzbûna Îranê, gelo boçûna we çi ye?

Bersiv: Ew rexne qebûlkirina vê ye, ku Amerîkayê tu bedîlek bo vê rêkevtinê nine.

Taybetmendiya siyaseta derve ya îdareya Tramp bi taybetî di hemberî Îranê de, pêk tê ji giranîxistina ser siyaseta gotarî yan devkî. Her demekê aliyekî siyasî giraniyê dixe ser siyaseta devkî, zêdetir di nebûna bijardeya pirtaîkê de ye.

Di siyaseta tund ya devkî de bi bêy vê ku kar bo armanceke rohn û zelal ya stratejîk bê kirin, dikare bi vê watayê di berjewendiya Îranê de be, ku Amerîka ji hevpeymanên wê dûr bixe. Renge mebesta wan ji bihêzbûna Îranê ew be. Herwisa neteweya Fars zêdetir pişta rejîmê digrin.

Lê ez wisa dibînim ku siyaseta îdareya Tramp, Îranê lawaz dike. Îran dixwaze ku bi mercên xwe di civaka navneteweyî de ew bihê qebûlkirin, û di biryaradana navçeyî û navdewletî de para xwe hebe. Siyaseta Obama rewş bo vê yekê xweş kiribû, lê siyaseta Tramp Îranê ji vê yekê bê par dike, û ez pêşbînî dikim ku dawî car heya paşekêşe jî bi Îranê bê kirin di vê navçeyê de. Bala xwe bidnê ku kardaneweya Rûhanî ew yek selimand. Hekî siyaseta gotara îdareya Tramp bê bandor be, seranên Îranê bi vî rengî têk nediçûn.

Pirs: Piştevaniya du welatên wekî Erebistan û Îsraîlê dikare çi bandorekê li ser Îranê û biryarên bê yên Tramp derheq Îranê danê?

Bersiv: Stratejiya Amerîka di Rojhilata Navîn pêk tê ji ragirtina hevkêşeya hêzê. Di gellek ciyan de min gotiye ku ew guhartin di stratejiya navçeyî ya Amerîkayê di Rojhilata Navîn de li dewreya duyem ya îdareya Bûş de rû da, û Obama û Tramp dirêjiyê didin vê stratejiyê . Stratejiya dewreya yekem ya îareya Bûş stratejiya guherîna rejîmên dîktator û belavkirina demokrasiyê bû. Paş derbexwarina vê stratejiyê li Îraqê, Amerîka kar bo vê dike, ku tu hêzeke neyar bi ser navçê de zal nebe.

Di vir de ye ku Amerîka hewl dide bi serkirdayetiya xwe, hevpeymaniyeke navçeyî li dijî Îranê pêk bîne. Erebistan û Îsraîl du aliyên sereke ên vê hevpeymaniyê ne. Erka wan ew e ku di hinek cihên navçeyê de, Îranê neçar bi paşvekêşanê bikin. Lê Yemen û heya astekê jî Sûriye jê derkeve, wan du welatan karekî wisa nekirine. Rastiya wê ew e ku lêdana Husiyan di Yemenê de û lêdana Hizbullahê û Heşda Şe`ibî di Sûriyê de, zêdetir rêgirin e ji zêdexwaziya Îranê, ne paşekêşepêkirina wê. Meydana serekî bo paşekêşekirina bi Îranê di Îraqê de ye, lê li wir siyaseta şaş ya Amerîka û Erebistanê nekariye heya niha tu deskevtek hebe.

Helbet guman têde nine, ku Amerîka di qonaxa niha de hewcehiya wê bi Erebistan û Îsraîlê ye. Bila ez vê yekê jî pêve zêde bikim, ku stratejiya ragirtina parsenga hêzê wisa dixwaze ku hekî hevalbendên navçeyî ên Amerîkayê nekarin parsenga hêzên ragirin, dawî car Amerîka xwe ji bo destêwerdana leşkerî amade bike, bona ragirtina parsenga hêzê. Ew yek ew stratejiya bû ku Amerîkayê di şerê Kendawê de cîbicî kir.

Zêdexwaziya rejîma Îranê sînoran nas nake. Hekî welatên navçê nekarin paşekêşeyê bi Îranê bikin, di dûrheyam de egera wê zaf e ku Amerîka li derveyî sînorên Îranê li Spaha Pasdaran û hêzên kirêgirtî ên wê bide. Cudahiya Îranê digel Îraqa serdema hikûmeta Be`is di vê de ye ku zêdetir bi wekalet şer dike, heya vê ku hêza xwe bi kar bîne.

Lewra di çarçoveya stratejiya ragirtina parsenga hêzê de, dikare şahidê şerê Amerîkayê û hevalbendên wê bin li dijî Hizbullahê û Heşda Şe`ibî. Alîkariya Erebistan û Îsraîlê bo vê mebestê gellek girîng dibe.