Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Serbest Nebî: Deryaya Spî henaseya Rûsiyê ye

21:30 - 6 Gulan 2018

H: Selîm Zencîrî

Di çend rojên borî de Amerîka û Firansa û Birîtanyayê operasiyonek li dijî hinek ji pêgehên leşkerî ên rejîma Sûriyê encamp dan. Armanc û aliyêveşartî ên vê êrîşê lêketin û bandorên wê li ser hevkêşeyan û bi taybetî pêgeha Kurd tewera gotûbêja vê hejmara rojnameya Kurdistanê ye digel Dr. Serbest Nebî, akadîmîsiyen û mamostayl zankoya Koyê ku emê bala wê bo vê rakêşin.

Pirs: Dr. Serbest destpêkê hûn vê êrîşê çawa şirove dikin, û armancên wê di çi de dibînin?

Bersiv: Di destpêkê de dibe ku ez vê yekê bêjim ku vê operasiyonê hem ecêndaya siyasî hebû û hem jî ya leşkerî, û tenê girêdayî bi pirsa kîmyayî ve nebû. Piştî şerê Efrînê û paşekêeya çekdarên Îslamî ên nêzî Tirkiyê, li Xûte û serkevtina ecindeya Sûçî û Astana bi rêbertiya Îran, Rûsiyê û Tirkiyê li hemberî ecindaya Jinêvê de, (Jiber ku mebest ji pêkanîna lûtkeya Astaana binaxkirina Jinêvê bû), Rojava jî hewl da ku bi vê operasiyonê nîşan bide, ku çareserî her li Jinêvê ye, û tu aliyek bi tenê Sûriyê bixe bin destê xwe de.

Aliyekî din ê vê êrîşê aliyê piropagendeyî, teknolojî, û leşkerî bû ku hilgirê peyamekê bo Rûsiyê bû, jibe rku Rûsiyê div ê heyama dawiyê de, di biyavê teknolojiya leşkerî, mûşek û firokeya şerker pêşkevtineke berçav bi xw eve dîtiye, û wisa nîşan dide ku ew xwediy7ê deryaya Spî ne, lewra ew piropagende û êrîşa Amerîkayê û hevalbendên wê bo ser Sûriyê hilgirê heman peyamî ne bo Rûsiyê.

Pirs: çima piştî heft salan şer û kuştar û cinayetê di Sûriyê de niha jî guherêna rejîmê di gorê de nine?

Bersiv: Sûriye gihaye qonaxekê ku Tirkiye jî destêwerdan di Tirkiyê de kir, û opozisyona Sûriyê jî bi taybet Îslamî, tu pilan û bernameyeke wan bo guherînkariya demokratîk di ûriyê de tunebûye, û bi vegeşandina DAÎŞ`ê di her du welatên Sûriye û Îraqê de, gef û nearamî rû li Ewropayê kir, lewra pilana guherîna rejîma Sûriyê paş ket, û Rojavayiyan bi Rûsiyê rageha din ku armanca wan guherîna Esed nine, û heta wisa dixuye ku lihevkirinek jî div ê biyavê de di navbera wan d ehebe ku Esed xema wan ya yekem nebe, jiber ku guherîna rejîma Beşar Esed xema Jinêvê bû, ne ya Astana û Sûçiyê.

Pirs: Ku wisa bû em dikarin bêjin ku Sûriye bûye qadek bo cilîdanê, û pêşbaziya mezinhêzan û berjewendiyên wan?

Bersiv:Belê rast wisa ne, lki ber girîngiya pêgeh û jeosiyasiya Sûriyê hemû tê de kom bûne, û he ryek ji wan hewl dide ku hêza xwe li hember ê din de bihlztir bike, û di asta teknolojiyê de peyaman didin hevdu, lewra hekî şerek rû bide, şerekî kilasîkî nabe, û kêmtir nabe ji şerê navikî, eva nahê vê watayê, ku şerê navikî rû bide, jibe rku di şerê navikî de, kes serkevtî nabe, lê di vê qonaxê de, wan teknolojiya şerê xwe pêş xistine, ku şûwarên wê û bandorên wê di ware kavilkarî, kuştin û wêranakriyê d ekêmtir nine ji ya navikî.

Pirs: Hêceta vê operasiyonê bikaranîna çeka kîmyayî bû ji aliyê rejîma Beşar Esed ve, di demekê de ku di sala 2014`an de hate ragehandin ku rejîma Esed ji çeka kîmyayî hatiye ramalîn! Piştî çar salan gelo ew yek tê çi watayekê?

Bersiv: Mesela bikaranîna çeka kîmyayî heya niha jî ji aliyê tu dezgehek û navendeke navdewletî ya bêalî ve nehatiye piştrastkirin, jiber ku Tirkiyê jî sala 2013`an de gaza Sarîn li dijî Cebhet El-nusre û hêzên din ên radîkal û tawanbar bi kar aniye, û ewan jî bixwe ew gaz çê kirine. Di rastî de min guman heye ku Beşar Esed ew kar kiribe, jiber ku Doma ketiye dest Esed û div ê dema hestiyar de pêwîstiya wê bi vê yekê tunebû, ku vî karî bike, lewra hekî di cihekî din de bûya, renge bi kar anîba, lê çima li wir bi kar hatiye, ez tê nagîjim! Min jêve ye ku ew yek tenê hêcetek e bo êrîşê, lê eva ku armanc pêka yan na, eva care bila bimîne.

Pirs: Ez pirs dikim ku gelo wan armanca xwe pecan, yan jî gelo heya niha serkevtiyê vî şerî li Sûriyê kê yan çi aliyek in?

Bersiv: Bi baweriya min serkevtiyê şer û rikeberiya Sûriyê heya niha Îran, Rûsiye û Tirkiye ne, Beşar esed jî her di cihê xwe de maye.

Tirkiye ku dibêje dibe Esed li ser kar nemîne, rast nake. . Tirkiye wekî bazerganekî Cihû ye, hekî roja Şemiyê dijî berjewendiyên bazerganiya wê be, kufr e ku roja Şemiyê veke! Jiber ku heya niha pêwendiya îstixbaratî û veşartî ya Esed û Tirkiyê her wekî xwe maye û berdewam e, û her yek ji wan bi detsê ên din Kurdan ji nav dibe.

Ji bîra me neçe ku behra Spî wekî şûra Miskoyê ye, Rûsiye amad eye ku şerekî cîhanî jî ser wê bike, û nahêle ku bikeve detsê Rojavayiyan de, û hekî eva rû bide, wê henase û nefesa Rûsiyê bibirre, û Rûsiye nikare tu bandorekê li ser Ewropa û bi taybet Başûr de hebe, lewra behra Spî wekî nefesa Rûsiyê ye, û her di destan de dimîne, Helbet Amerîka jî navekêşe, û ew kêşe wê herwisa bimîne. Bo agehdariya we şerê yekem ê cîhanî jî her li ser vê yekê rû da.

Mixabin heya niha jî Beşar Esed û hevalbendên wê serkevtî ne, û Amerîka û hevalbendên wê tenê xwastin bi vê êrîşê qazanc û berjewendiyên xwe di piroseya siyasî ya Sûriyê de misoger bikin, û Rûsiyê û hevalbendên wê bînin ser riya civîna Jinêvê, her çend ku heya niha jî aliyan amadeyiya xwe nîşan nedane, û tu tiştek diyar nine, lê renge hewldanek hebe bona avakirina pilatformeke nû bo guherînkariya siyasî li derveyî Jinêv, û Astaneyê, û bi bawera min dema wê hatiye.

Pirs: Gelo hûn piştrastkirina vê êrîşê ji aliyê Tirkiyê ve çawa lêk didin, û ew helwesta çi bandorek dibe li ser hevalbendiya sê alî ya Îran, Rûsiye û Tirkiyê?

Pirs: Tirkiyê helwesteke duruyane girtê » ji aliyekî ve ragehand ku digel şrîûş de neê ji aliyekî din ve got ku kes nikare nif»zş bixe nava hevalbendiya me û Rûsiyê de, wataya vê helwest û peyamê ew e ku dixwaze mifahê ji her du aliyan wergire. Dijberiya Esed û rejîmê ji aliyê Tirkiyê ve tenê piropagende ye û hilgirê peyamekê ye bo cîhana Îslamî û raya giştî ya Tirkiyê, û girûpên Îslamî ên tundrev ên dijî Esed. Tirkiye wisa nîşan dide ku hêşta jî li dijî Esed û rejîma wê ye, lê di ware kiryarê de, digel Esed û hevalbendên xwe de ye, û heta astekê çûye pêş, ku şiyana vegeriyana bo paşve tuneye.

Pirs: Gelo başe heya çiqasî dikare dirêjiyê bide van leyîzên du alî?

Bersiv: Erdoxan derheq pirsa Kurd fûbiyayek heye, û ew yek jî neveşartiye. Di vê heyamê de Îranê daxwaz ji Tirkiyê kiriye, ku hêzên xwe ji Efrînê vekişîne, û radestî hikûmeta Sûriyê bike, Tirkiyê jî bi erê kirina operaiyona Amerîkayê peyamek bo Îran û Rûsiyê şand, ku we jî pêwîstî bi me heye, û em bi sanahî dikarin piştevaniya Amerîka û hevpeymanên wê bikin!.

Helbet Rojava bawerî bi Tirkiyê û ecindayên wê li Sûriyê nake, û em dizanin ku çiqas di çêkirin û piştevanîkirina girûpên tundrev û terorîst ên Sûriyê de rol heye,lewra min jêve nine bikare heta ser dirêjiyê bide vê leyîzê.

Lê xalek heye ku pêwendiya wê bi Rojava û Başûra Kurdistanê ve heye, di destpêka şerê Efrînê Tirkiyê ragehand ku emê Efrînê vegerînin bo xwediyê wê yê rasteqîne! Û niha mijûl in ku demografiya Efrînê diguherin.

Erdoxan bas ji Heleb û Mûsilê û Kerkûkê dike, ku beşek ji mîsaqa Tirkiyê ne, û di peymana Lozan di sala 1923`an de ketin derveyî Tirkiyê, û di sala 2013`an de ew peyman dawî pê hat, û Tirkiyê mafê vê heye ku vegere van navçeyan, û niha di warê siyasî û yasayî de kar bo vê dike ku bike rastiya heyî. Tirkiyê niha 70 hezar belge û tapoyên serdema Osmaniyan derxistiye, ku îdiaya xwedîtiya van zewiyan dike û ji niha ve Cerablos, û Dûrdûr, û …hwd, dagîr kirine û alaya xwe tê de hildaye, û xistiye ser wilayeta Orfa û rênimayî û pêngavên bikiryar bo vê rojê dike ku ragehîne ew sînorên Tirkiyê ne.

Bi giştî Erdoxan hewl dide ku di saa 2023`an de bigihîje sê armancên serekî: Yekem-Kanala Bosfor û Dardanil bixe destên Tirkiyê de, ku niha navdewletî ne, û Rûsiyê timayiya Tirkiyê biriye vê yekê. Duyem-Di xaka Bakûra Kurdistanê de dest bi derxistina petrol û gaze bike. Sêyem-Navçeyên Heleb (Ku Efrînê jî bi xwe ve digre) Mûsil û Kerkûkê jî bixe ser xerîteya Tirkiyê.

Pirs: Çima ew nerazîbûnên ku bo êrîşa Amerîkayê li ser Sûriyê hebû, bo dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve nebû. Sedem?

Bersiv: Pirsa Efrînê cuda ye digel vê meselê. Ecêndaya siyasî ya mezin li pişt vê êrîşê hebû, lewra Ewropa amade bû êrîşê bike, lê ne bo Efrînê.

Emên Kurd jî di rewşeke xirap ya ragehandinê û piropagendeyê de bûn, û di asta vî şer û êrîşê de nebûn. Piropagendeya Tirkiyê û Qeterê zêde bû. Welatekî biçûk wekî Qeterê bi milyardan Dolarî bo piropagendeya vî şerî danîbû, ku Banoreke mezin xiste ser şer.

Ewropa jî di biyavê siyasî de nexwast ku li ser vê kêeyê xwe tûşî kêşeyeke mezitir bike, jiber ku Erdoxan pirsa penaberan hertim wekî kartekê li dijî wan bi kar tîne, ji bilî vê yekê jî pêwendiya têkoşeran û şervanên Rojavaya Kurdistanê digel PKK û piropagendeya div î warî de roleke xirap hebû. Bo mînak Wezîrê Karê Derve ê Holendê li ser vê êrîşa Tirkiyê ragehand: Ew êrîşa Tirkiyê gellek xirab û nerewa ye, lê ji bîra me neçe, ku aliyê beramber jî firişte û melayike nînin. Di rastî de jî Kurd li wir ketine nav lawaziyeke mezin de, û piropagendeya xwe li jêr navê gotara PKK û dijberiya Îslamîzmê de vegeşandin, ku vê yekê jî bandoreke mezin li ser berxwedana Efrînê û şervanan hebû.

Hekî em bêne ser Îranê, gelo vê êrîşê çi peyamek bo Îranê hebû, wekî ektereke serekî ya piştevaniya Beşar Esed û terorîzmê di navçê de?

Bersiv: Bêguman beşeke peyama vê êrîşê rû li Îranê bû, ku dibe bê zanîn ku ew nikare Sûriyê control bike, yan jî bo pêşeroja Sûriyê, pêgeha xwe bihêztir bike. Ji bilî vê yekê jî Îsraîl wekî polîsê hertimî ê Rojava liSûriyê ye. Îsraîl her demê ku bixwaze, dikare û kariye jî ku êrîşê bike ser hêz û milîşên ser b I Îranê div î welatî de, heya niha jî çend caran ew kar kiriye, lewra dibe ku Îran yan gotara siyasî ya xwe derbarê Îsraîlê biguhere, yan jî jê re naçe serî û wê rastî kêşeyan were.

Ji aliyekî din ve peymana Şanghay heye ku pêk tê ji: Pirojeyeke siyasî û îdeolojî bi navê Orasiya ku ji Rûsiye û Îran û Çînê pêk tê, û wan bi hev re pirojeyeke siyasî li hemberî Ewropa, Nato û Amerîkayê pêk aniye. Eva jî bo Ewropayê zêde metirsîdar e, hêla sor e, û nahê qebûlkirin, û hekî berdewam be jîrenge ew piroje sere Erdoxan bixwe. Jiber ku hekî Çîn bigihîje behra Spî, û niha ku rê pê hatiye dan, %60 a pirojeyên avedankirina Sûriyê bi dest ve bigre. Dibe metirsî bo ser Ewropayê. Her yek ji Îran û Tirkiye jî bona vê ku berjewendiyên xwe li Sûriyê biparêzin,.di vir de tab û tehemula yektir dikin, bi vê watayê ku Îran ji riya Îraq û Sûriyê ve, bigihîje behra Spî û di hember de jî Îranê jî qebûl kiriye ku bakûra Sûriyê û beşek ji Kerkûkê jîbikeve destê Tirkiyê de. Eva piştî encamdana referandomê û dijberiya tund ya wan derket ku heya çi radeyekê li dijî xewn û berjewendiyên Kurdan in, lê eva ku çiqas diakrin pêkve bihewin û pawanxwaziyên herdu aliyan heya çi qasî birr dike, min guman heye ku bikare berdewam be, û tenê pirsa Kurd nikare wan du welatên dagîrkirî ê Kurd bigehîne yek.

Pirs: Bi vî awayî pêşeroja Sûriyê dibe çi? Pêgeha Kurd wê bibe çi, û ew hevkêşe çiqas di berjewendiya Kurdê Sûriyê de dibin?

Bersiv: Şerê Sûriyê her dimîne, û min jêve nine ku bi van zûkatiya Sûriye wekî dewlet û civaka wê jî,wekî civakek medenî lê bihê, lewra care ew şer di navbera xelk û rejîma Sûriyê û destêwerdana welatan d eher berdewam dibe. Hekî ew êrîş micid bûya, û herdu welat rastî şer digel hevdu bihatibana, egera vê hebû ku Sûriye bibe du beş, wekî Kureyê, lê renge çend êrîşên hevşêwe di pêşerojê d ejî rû bidin, bona vê ku alî hevdu neçar bi lihevkirinê bikin. Wate li ser pirojeyên hevbeş bo guherînkariyan di Sûriyê de.

Mixabin emê Kurd heya niha jî xwediyê biryareke Kurdî serbixwe nînin. Beşek ji wan, gotar û helwesta xwe xistine xizmeta Tirkiyê û cema`eta faşîst ya mesebî a Sûriyê, aliyekî din jî ketiye ketiye bin bandor û hejmoniya îdeolojiyeke siyasî de, û amade ye gelê Kurd û pirojeyeke neteweyî bike qurbaniyê vê îdeyê. Herçend ku berxwedaneke mezin û pîroz hate kirin, lê di biyavê siyasî de nekarîn gotara siyasî û medyayî ya xwe bigehînin vê asta bilind ku ew şer çende bo pêşeroja Kurdistana Rojava û doza Kurd bi giştî girîng e. Mixabin nedibû ku netewe bikin qurbaniyê îdeolojî, û dîrokê jî bikin qurbaniyê diruşm û sembolên îdeolojî. Şerê Efrînê îsbat kir ku ew alî amade nînin bi awayekî rexneyî pêdeçûnekê bi ser xwe de bikin, û ezmûna giştî ya Rojava binirxînin. Herçend niha jî dereng nebûye û dikarin bi hev re li ser maseyekê hewlê bo çareseriya kêşeyan bidin, û qena`etê bi civaka navdewletî bînin ku ecindaya wan cuda ye digel Bakûra Kurdistanê û pirojeyeke guherînkarî, demokrtaîk û medenî bo Kurdistana Rojava heye, û em dikarin piştevaniya wan bo aliyê xwe rakêşin, lê mixabin biryara siyasî ya wan li derveyî Kurdistana Sûriyê ye, wate kêşeya serekî ya me Kurdê Rojava nebûna biryara neteweyî ya serbixwe ya Kurdê Sûriyê ye.