Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du endamên PDKÎ çûne ser dilovaniya xwe

13:07 - 27 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Du endamên  dilsoz yên PDKÎ di bajarê Kamyaranê de çûne ser dilovaniya xwe.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî 29`ê Banemera 1397`an, şêx “Enwer Rohanî” kurê şêx “Ebûbekir” xelkê gundê “Kaşter”  a girêdayî bajarê Kamyaranê li 80 saliyê de bi sedema  nesaxiyê çû ser dilovaniya xwe.

Navbirî  bi sedema alîkarîkirina digel PDKÎ, ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve hatibû hepsîkirin.

Termê xwedêjêrazî di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spratin.

 Hevdem roja Çarşemî 2`ê Cozerdana 1397`an, şêx “Veciyedîn Qadirî” kurê şêx “Ehmed” xelkê gundê “Sîwiye” li temenê 74 saliyê de, bi sedema nesaxiyê çû ser dilovaniya xwe.

Navbirî endamekî dilsoz û nîştimanperwer yê deverê bû, ku bi sedema alîkarîkirina digel PDKÎ hatibû binçavkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îran, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên xwedêjêraziyan, û xwe şirîkê xema wan dizane.