Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatin girtin

19:15 - 4 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Îslamiya Îranê du welatiyên Kurd li Sine û Kamyaranê binçavkirin.

Li gor raporata malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemî 3’ê Şibata 2015’an, hêzên Ewlekar yên rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Kamyaranê rijiyana nav mala welatiyekî Kurd û lêgerîn ji mala wî kirin û piştre girtin.

Hemwelatiyê Kurd Îsmaîl Qubadî xelkê gundê Şahînî a ser bi bajarê Kamyaranê piştî destbiser kirinê, ji aliyê hêzên rejîm ve bo ciheke nadiyar veguhastin.

Heya niha tu agahiyek ji girtin û mekan ragirtina Îsmaîl li ber dest nine.

Ji aliyek din ve, roja Yekşemî 1’ê Şibata 2015’an, çalakvanekî kedkar yê Kurd xelkê Sine bi navê Zanyar Debaxiyan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat girtin.

Gorî raportan, hêzên Ewlekar yên rejîma Îslamiya Îranê, di demekê de ku Zanyar çûye ser cihê karê xwe di rê de binçav kirine.

Li gor raportên hatinî bilavkirin, di heyamê 9 mehan de 451 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê hatine girtin.

Awyer. T