Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kasibkarên Kurd hatin kuştin

17:53 - 1 Gulan 2019

 Kurdistanmedia: Du kasibkarên Kurdê xelkê bajarê Şinoyê bi sebeba gollereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê hatine kuştin.

Roja Çarşemî 11`ê Banemerê, du kasibkarên Kurd yên xelkê konala Emînabad a girêdaiy bajarê Şinoyê yên bi navên Nê`imet Se`adetpûr û Re`ûf Xalidnijar, di nav tiromibîla xwe de, bûne armanca gullereşandina hêzên leşkerî yên rejîma Îslamî a Îranê û piştî qulbîna tiromibîlê, demldest canê xwe jidest dane.

Hêzên leşkerî yên rejîmê bigumana hilgirtina alavên qaçax ev dane ber gulleyan.

Ev du kasibkarên Kurd, bo nexweşxaneya bajarê Neqedê hatine veguhastin û heya niha termê van radestî malbatên van nehatine kirin.

Ev du kasibkarên Kurd, xwediyê zarokanin û Re`ûf Xalidnijad xwedî Keç û Kurekiye, û herwisa hevjîna wî hemleye.