Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kolberên Şirnaxê bi bombebarana balafirên Tirkiyê canê xwe ji dest dan

20:25 - 13 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Di encama bombebarana balafirên arteşa Tirkiyê de, du hemwelatiyên herêma Qilebana Şirnexê ku kasibkar bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Li gora zaniyariyan wan du hemwelatiyan kolberiya li ser sînor dikirin, da ku bijîva jiyana xwe bi dest bixin.

Kuştina wan du hemwelatiyên kasibkar pêleke nerazîbûnê di nav xelkê herêm de pêk anî, ew bûyer jî ji aliyê hemwelatiyan ve, wekî berdewamiya bûyera Roboskiyê hate bi nav kirin, ku tê de 34 kesan di encama bombebaran balafirên arteşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dabûn.

Navê wan du hevwelatiyên kasibkar Xorşîd Olmez û Mecîd Olmez hatiye ragehandin, ku xelkê gundê Şîfrezan a ser bi herêma Qilebana Şirnexê bûn.