Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kompaniyayên mezin yên Koreya Başûr dev li bazirganîkirina digel Îranê berdan

12:48 - 24 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê, du kompaniyayên bi navên “Samsung û LG” yên welatê Koreya Başûr li bazirganîkirin digel Îranê vekişiyan.

Du kompaniyayên “Samsung û LG” yên welatên Koreya Başûr ku wekî du kompaniyayên berhevanîna alavên elektironîkî û elekterîkî bi taybet Mobaîlê, di asta cîhanê de tên hesabkirin, bi sebeba dorpêçên aborî yên Amerîkayê, yên lidijî rejîma Îranê, li a digel Îranê vekişaiyan.

Tevî vê ku ev du kompaniyane, bi sedema pêbendnebûn bi yasayên navnetewey yên bazirganî û dorpêç û givaşên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê,  li nav bazarên Îranê vekişiyan, û nûçegihanên girêdaiy rejîmê van sedeman bi egerek hesabkirine ku, herçend vekişiyana du kompaniyên wekî “Samsung û LG”, tenê di asta tebilîx û şay`e di torên civakî de bûye, û ev dûr ji rastiyan e, lê, di rastiyê de, berhemanîna van du kompaniyan di destpêka sala nû, gihîştiye bi 1. 5 Rojên dawiya sala derbazbûyî.

Karnasên wî warî di vê derheqê de dane zanîn ku, ev sedemên wiha nûçegihanên rejîmê bo xapandina dîtingeha xelk û bitaybet xelkê ku rûştiyê Îranê ne belavkirine û,nîqaşkirinên di vê derheqê de, îtirafkirina  nerasterast a rejîmê derheq vekişiyana van du kompaniyên mezin li bazarên Îranê nîşan dide.

Bi sedema dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îran bi taybet di gera duyem a van dorpêçan de, pirraniya kompaniyayên cîhanê û taybet kompaniyayên mezin, li Îranê û bazarên wî welatî vekişiyane û dawî bi bazriganîkirina digel nûneratiyên xwe di wî welatî de anîne.

 “Donald Tramp”, serkomarê Amerîkayê, di dema ragehandina gera duyem a dorpêçên aborî yên li dijî rejîma Îranê got ku, her welatek yan kompaniyek wî welatî, ku bixwaze alîkariya rejîma Îranê bide, bo dewr lêdana dorpêçên lidijî vê rejîmê, wê ceza bidin û vê bikeve nav rêzbenda dorpêçên aborî yên Amerîkayê.