Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Efûya navnetewî li derheq girtiyên Erebê Ehwazê nîgeraniya xwe da eyankirin

12:27 - 14 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Rêkxistina Efûya Navnetewî li derheq rewşa nediyare sedan girtiyên Erebên Ehwazî ji aliyê rêjîma Îranê ve nîgeraniya xwe da xûyakirin.

Efûya navnetewî daxwazê ji berpirsên rêjîma Îranê dike ku li derheq rewşa sedan girtiyê Ereb yên Ehwazê ku li çend mehên derbasbûyî da hatine destbiser kirin û malbat û berevankarên wan çi haya wan ji  rewşa wan nine, bila rêjîm daxûyanî û zaniyariyan bide.

Efû ya Navnetewî li daxûyaniya xwe da basê pêla nû ya bidarvekirinan li Ehwazê da dike: Li çend rojên derbas bûyî da çalakvanên Ereb yên li dervey welat, gotine Efûya navnetewî ku 22 kes ji girtiyên Ereb ku di nava wan da Mihemed Mo`minî, çalakê medenî “Tîmas” jî heye hatine bidarvekirin.

Piştî êrîşa bo ser hêzên rêjîmê li Ehwazê, sedan law û çalakên Ereb ji aliyê dezgehên Emniyetî yên rêjimê ve hatine destbiserkirin, û qedera wan nexûya ye.

Efûya Navnetewî ji berpirsên Îranê xwastiye ku bilez cihê ragirtina hemî wan girtiyan eşkere bike û îznê bide berevankar û malbatên wan da ku bikarin wan bibînin û haj rewşa wan hebin.