Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Efxanî jî li ber bêkariyê, Îranê cî dihêlin

11:25 - 9 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Li ber rewşa pirr xirab ya aborî li Îranê kar dest nakeve, û Efxanî jî Îranê bi cih dihêlin.

Hejmara koçberên Efxanî yên ku Îranê bi cî dihêlin, gellek zêde bûne. Zexta aborî ya çavkanîgirtî ji vegeriyana tehrîmên Amerîkayê jiyana koçberên Efxanî gellekî bizehmet kiriye.

Saziya Navneteweyî ya Koçberiyê radigehîne, ku vegeriyana Efxaniyan di sala 2018`an de %66 zêde bûye, û gihîştiye 800 hezar kesî.

Ew hejmar gellek zêdetir e ji hejmara Efxaniyên ku ji Pakistanê vegeriyane welatê xwe. Di sala 2018`an de nêzî 33 hezar koçberên Efxanî ji Pakistanê vegeriyane welatê xwe.

“Larns Hart” serokê Heyeta Wezîfedariyê ya Saziya Navneteweyî ya Koçberiyê di Efxanistanê de bi nûçegihaniya Firansayê ragehandiye ku li ser hev 773 hezar û 125 koçberên Efxan di sala 2018`an de Îran bi cih hêlane. Nêzî nîva wan dilxwaz û ên din jî bi zorî vegeriyane Efxanistanê.

Heyeta Wezîfedariyê ya Saziya Navneteweyî ya Koçberiyê di Efxanistanê de ragehandiye ku êdî di bazarên Îranê de daxwazkirina ji Efxaniyan bo kar gellek daketiye. Sedem jî ew e ku dorpêçên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê rewşa aborî gihandiye nuqteyekê ku êdî kar nemaye û buhayê perê Îranê jî bi awayekî berçav daketiye.