Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Efxanistan: Tehran ditirse ku ew azadiyên li Efxanistanê de, bibin sembolek bo Îranê jî

16:48 - 13 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Rayedarên Efxanistanê li hemberî girîngîdana rejîma Îranê bi Taliban, radigehînin ku armanca Îranê lawazkirina dewleta Efxanistanê ye.

Alîkarê siyasî ê Wezîrê Karê Derve ê Efxanistanê Îdrîs Zeman li dijkiryara bi axavtinên Zerîf Wezîrê Karê Derve ê Îranê li derbarê karûbarên navxweyî ên Efxanistanê, tevî baskirina ji azadiyên heyî di vî welatî de got ku tehranê tirsa vê heye ku azadiyên li Efxanistanê bibin sembolek bo Îranê jî.

Îdrîs Zeman tevî baskirina ji vê ku di van rojan de berpirsên Wezareta Karê Derve ê Îranê di van rojan de rola berdevê Taliban dilîzin, bi tundî Zerîf rexne kir ku di nav akarûbarên Efxanistanê de destêwerdanê dike.

Zerîf di gotûbêja bi televîzyona hindî ya NDTV re got: Nemumkin e ku Taliban di dewleta bê ya Efxanistanê de, tu roleke wê tunebe, lê ew rol nabe ku roleke zal be.   

Alîkarê siyasî ê Wezîrê Karê Derve ê Efxanistanê Îdrîs Zeman di dijkiryara bi vê axavtinê d egot: Rejîma Îranê gellek nîgeran e ji Efxanistaneke demokratîk ku tê de azadiya ramanê, û mafên medenî û hevwelatîbûnê hatine garantîkirin bi tundî nîgeran e. ragehandinên azad di Îranê de tunînin. Dewleta Îranê ditirse ku azadiyên heyî di Efxanistanê de bibin sembol û mînak bo Îranê. Bi vê sedemê reîma Îranê ji alîgirên ramanên Mela Umer e di Efxanistanê de.

Wehîd Umer jî ku balyozê Erebistanê ye di Îtalyayê de, di “twitt”ekê de bersiva Zerî weha da: “Hevalên me yên Îranî! Renge em deshilatê bidin Talibanê yan jî nedein. Lê spasiya we dikin bo vê pêşniyara we. Bo cîrantiyeke baş em ji we daxwaz dikin, ku hûn jî deshiatê bidin Sazya Mucahidînê, yan jî Şêwra Millî ya Muqewimetê, û ji we daxwazê dikin, kerobî û Mûsewî jî berdin, û digel Erebistanê jî aştiyê bikin. Jiber ku em fikir dikin ku Îran bo we baş e”.