Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egere gola Urmiyê bi temamî zuha be, divê bajarê Tewrêzê bê çolkirin

11:13 - 28 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Rewşa hewa wisa kiriye ku çêbûna bahoza xwê a gola Urmiyê him yê dawiyê bi jiyana canjiberên jêr û bin erdê bîne, her bi wê sedemê Îsa Kelanterî rêveberê Saziya Parastina Jîngeyê a rejîma Îranê daye zanîn, Egere gola Urmiyê bi temamî zuha be, divê bajarê Tewrêzê bê çolkirin.

Rêveberê Saziya Parastina Jîngeyê a rejîma Îranê, Îsa Kelanterî roja pêncşemiyê 4`ê Rezberê di gotarekê de li bajarê Meşhedê, guhertina hewa li Îranê û rewşa herî dawî a jîngeyê nirxand û da xuyakirin ku, rewşa hewa li Îranê gelek metirsîdar e û di bîst salên derbasbûyî de rêjeya baranbarînê herî kêm 50 mîlîmêtran daketiye. Herwisa derceyek û nîv santîgirad jî hewa germtir bûye.

Herwisa navbirî amaje bi mezaxtina 9 milyar Tumenan ji bo rizgarkirina gola Urmiyê ji zuhabûnê û ragihand ku eger ew gol bi temamî zuha bibe, baştir e ku bajarê Tewrêzê bê çolkirin û ti kesek li wir nemîne.

Di derbarê pirsgirêka tozê de li hin parêzgehên Îranê jî got ku li navxwey Îranê di vê derbarê de pirsgirêkên wan hene û lewma jî ew nikarin ji bo çareserkirina wê li welatên derdorê, alîkariya wan welatan bikin.

Di salên derbasbûyî de pirsgirêka tozê li Îranê gelek welatî rastî nexweşiya tengenefesiyê anîne û li gor çalakvanên jîngeyê, aliyên rejîmê weke pêwîst ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tev nagerin.