Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ehmed Şehîd: Dixwazim givaşên zêdetir li dor mafên mirovan bixin ser rejîma Îranê

15:48 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Ehmed Şehîd, nûçegihanê taybetî yê rêxistina NY jib o kar û barên mafên mirov li Îranê de daxwaz ji civaka cîhanî kir ku piştî lihevhatinê, cehd û hewildanên xwe lid or mafên mirov li Îranê de xurttir bikin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistan Media, Ehmed Şehîd li daxuyaniyekê de ku li malpera taybetî ya xwe de weşandiye, daxwaz ji rejîma Îranê dike bixebitin daku nîgeraniyên lid or mafên mirov li Îranê de verevînin.

Nûçegihanê taybetî yê rêxistina NY daye zanîn ku jordeçûna hejmara îdaman li heyamê yek sala derbasbûyî de, binpêkirina mafên mirov û nebûna azadiya raman û derbirînê ji van nîgeraniyan in ku nawendên mafên mirov yên cîhanê bi xwe ve mijûl kirine.

“Ferq û cudahî bi nîsbet kêmaniyên mesebî, givaşxistina ser rojnamevan, parêzer û çalakvanên mafên mirov”ji van pêpeskariyên din ku Ehmed Şehîd nîgeraniya xwe lid or wan aniye ziman û daxwaz kiriye ku welatên Ewropî tekezê li ser baştirkirina van biyavan bikin.

Ehmed Şehî basa wê jî kiriye ku hewce dike Îran, siyaseta tilorans û bihevrejiyanê bigre ber xwe û daxwaz dike ku rê bidin daku nûçegihanê mafê mirov serdana wî welatî bike.

Ehmed Şehîd di daxuyaniya xwe de nîgeraniya xwe derheq rewşa mafê mirov li Îranê, binçavkirin û hepsîkirinan û çend pirsên din aniye ziman.

Midehekê berî niha erk û meimûriyeta Ehmed Şehîd jib o kar û barên mafên mirov li Îranê de hate nûkirin û rejîma Îranê pir hewildan kirin ku meimûriyeta wî nehê dubarekirin.