Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ehmed Şehîd:Bêdengirina dengê çalakvanên mafên mirov, rewşa mafê mirov li Îranê de xirabtir dike

15:56 - 7 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Ehmed Şehîd, reporterê taybetî yê NY lid or destbiserkirina rojnamevan û çalakên mafên mirov li Îranê de nîgeraniya xwe anî ziman.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja înê 5ê Hezîrana 2015an, Ehmed Şehîd di daxuyaniyekê de ragihand: fetisandina dengê rojnamevan û çalakên mafên mirov, xirabtir bûna rewşa mafê mirov li Îranê de li pey xwe re tîne.

Li gor vê raporê, Ehmed Şehîd li daxuyaniyekê de, nîgeraniya xurt ya xwe li dor rewşa xirab ya mafên mirov li Îranê, çavdêrîkirin, destbiserî û binçavkirinên nerewa û neyasayî yên rojnamevan û çalakên mafên mirov li Îranê de nîşan daye.

Reporterê taybetî yê NY herweha îşare bi vê kiriye ku: bêdengkirina rojnamevan û rexnegiran nahê qebûlkirin, kiryarên han xisarê ji guftigoyên giştî digehîne û xelkê Îran û cîhanê ji zaniyariyên girîng lid or rastî û realîteya wî welatî bêpar dihêle.

Ehmed Şehîd li rapora xwe de daye zanîn ku rojnamevan destbiser yan jî dikevine bin çavdêriyê û piraniya wan bi tometên weke “têkilî bi medyayên biyanî, piropaganda li dijî rejîma Îranê, rexneyên tund ji rêberên rejîmê û gotûbêj li ser pirsên hestiyar ên siyasî” dikewine jêr çavdêriyê.

Berê jî Ehmed Şehîd, reporterê taybetî yê Netewên Yekbûyî ji yasayên ku dibine sedema pêpeskirina mafên mirov li Îranê de, nîgeraniya xwe nîşan dabû û ragihandibû ku: Hewce dike ku piştewanî ji rojnamevanan bihê kirin û ji ber karê xwe nekevine jêr çavdêriyê ve.

Herweha Ehmed Şehîd, çend caran daxwaz ji rejîma Îranê kiribû ku ew yasayên ku astengan li hember raderbirîna azad û medyayan de tînin pêş, nehêle û rojnamevanên zîndanî jî serbest berde.