Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Eli Xameneyî hemû serweta Îranê dide terorîstan

12:46 - 2 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Hemas girûpa Filistînî ya girêdayî bi rejîma Îranê, di nameyekê de piştîwaniya bê ravestan ên Xamineyî eşkere kir.

Nûnerê Hemas a Filistînê heyamekê berî niha serdana Îranê kir û digel Elî Xamineyî hevdîtin kir, piştî vegeryana wî bo Felistîn ê, Îsmaîl Heniye serokê deftera siyasî ya Hemas ê, di nameyekê de spasa komara Îslamî ya Îranê û bi taybetî Elî Xamineyî kir ku piştevaniya madî û cebirxaneyî ji wan dikin.

Ew nama Îsmail Heniye bû sebebê nerizayetiya navxweyî. lewra ew para ku base dana, milyardan pare bi Hemasê re ji aliyê Xamineyî ve, li nama navbirî de hate reşkirin ku li ser malpera fermi ya Xameneyî hatibû belavkirin.

Di demekê de xelkê Îranê nan tinînin bixwen, betalî û bilindbûna nirxan, roj bi roj pitir givaş li ser xelkê daniye, xelkê Îranê ji zaf warên xizmetguzariyan de bêparin, Elî Xamineyî para zaf a serweta xelkê Îranê pêşkêşî taqm û girûpên terorîstî yên deverê dike.

Rejîma terorîst perwer a Îranê, li hayama 40 salane bona mebesta îdolojîke xwe û bidestvegirtina hêjmoniya deverê, bi Pere û Çek piştîvaniya terorîstên deverê dike.