Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Xamineyî: Danûstandina digel Amerîkayê nabe hebe

17:56 - 17 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Elî Xamineyî hişdarî da hemû deshilatdarên Îranê ku nabe bi ti curekê, danûstandinê digel Amerîkayê bikin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Duşemî 25`ê Xermanan, rêberê rejîmê Elî Xamineyî li derheq dengoya danûstandina Îranê digel Amerîkayê de ragihand ku, hemû deshilatdarên rejîmê yek dengin ku nabe di ti rewşekê de û di ti astekê de, danûstandinê  digel Amerîkayê bête kirin.

Elî Xamineyî hemû givaşên ser rejîmê ji aliyê Amerîkayê ve, bê bandor da zanîn.

Xamineyî li demekê de wan axavtina dike ku, bi hegera dorpêç û givaşên Amerîka bo ser Îranê, rewşa aboriya welat herifiye û roj bi rojê jiyana xelkê dijvartir dibe.

Xamineyî anî bîra deshilatdarê rejîmê ku axavtina dawiyê yê her ew bike.

Car caran hinek deshilatdarên rejîmê base civînê digel Amerîkayê dikin, lê Xamineyî careke din xast, wan bê deng bike, û bi siyaseta dujminkarane ya ku Îranê ber bi malwêraniya zêdetir ve dibe.