Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Em jinên kurd îsal bi termên bê can ên keç û jinan pêşwaziya 8ê Adarê dikin (Perî Reşîdiyan)

13:20 - 8 Adar 2014

Perî Reşîdiyan

Termên  xwendekarek li Merîvanê, yek li Umiyê û termên du xwûşkan li Başûr, ew keça ku li bajarê Hewlerê,  bi 15 guleyan bi destên babê xwe  heta pirtî pertî kirin.  Ew her çar deste xwûşk bi hev re gazî wijdanên me kurdan dikin  û diqîrînin û dibêjin  êdî bes e! ma heya kengê jinên kurd dê bibin qurbanî.

Dengê qîrîna wan bi hev re ji wijdana me re dibêjin: Êdî bes e, heta  kengê  jina kurd bi sedema namûsê, şerf, urf û edetên parvemayî, hizrên kevneşop, sîstema mêrserdestiyê, kurtûr, qanûnên ne medenî  û  ya dawiyê bi destê  neyarên kurdan dê bên kuştin.

Êdî kuştina jinan yê bûye karek rojane. Ne qanûnek heye ku li wan xwedî derkeve û ne wijdanên takekesên civaka me li xewa giran şiyar dibe. Mixabin em xwedî civakek pirr paremayî û paşketî ne. Gellek urf û edet di nav civaka me de hene ku persiva daxwazên keçên ciwan ên kurd êdî nadin. Keça Kurd êdî dizane ku milkê kesê nîne û kesayetiyeke serbixwe heye.  Ew urf û edet mixabin gellek pirr in,  bo nimûne: Kirîn û firotina keçan bi awayên cuda cuda, bedelxwîn dayîn, jin bi jinî, zewaca bi zorê û zewaca di nav eşîrê û ne dilxwaz û ji hemûyan xirabtir, pêşkêşkirin û kalbaxtir ji vê jî diyardeya ‘çendjinî’ ye. Herwiha faktorên din weke Ol, bê dewletbûn, qanûna medenî û ... . Kuştin ya xwekuştin nîşana bê yasayî û bêmafiya jinan e. Eger qanûnek hebûya ku xwedî li mafê jinan derketiba, qet rojane keç û jinên kurd nedihatin kuştin. Ew babê nezan û hov keça xwe di xewê de nedida ber guleyan. Evqas ku jinên kurd bi neçariyê dest bi xwekuştinê nedibirin, ji ber ku ti deriyek vekirî ji wan re namîne ji aliyê malbat, civak û qanûnê. Xwkujî ne çareserî ye û ne jî rêyek durist.  Divê jinên kurd qet li vê rêyê nefikirin û ne hilbijêrin.

Heta kengê emê cil û bergên reş li  xwe bikin  û bibêjin qeder û çarenûsa wan keç û jinan jî wiha bû. Ma çi  gunehê Şeydaya ciwan, kullîka Adarê hebû ku diviyabû bi wê şêweya nemirovane bihata kuştin. Ew xwûşkên ku termên wan di nava avê de bêcan mabûn, ji xeynî vê  yekê ku cinsiyeta wan ne mêr e, çi sûcek dinê hebûn. Hemû civak li hemberî wan tawana  sucdar e. Li gorî serhejmariyên ne fermî, nêzîk bi 40 hezar jin û keçên kurd di heyamê wan 22 salên dawî de hatine kuştin. Gelo kê perpirsyar e???

Heta kengê hindek partiyên siyasî, saziyên sivîl, rewşenbîr, kesên zana û dilsoz, civak, keç û xortên kurd, rêxistênên jinan dê çavên xwe bigrin û bibêjin ku bab, bira, mam, xal û ...  li ber namûs û abûra malbata xwe ew kuştin, xwekuştin ji ber ku pirsgirêkeke malbatî ye, ew destwerdanê tê de nakin.

Li gorî amarên ku medya û çapemenî belav dike, li  her çar parçên Kurdistanê hejmarek gellek rêxistinên jinan hene. Bi tenê li Başurê Kurdistanê 73 -74 saziyên parêzerê mafên jinan hene. Lê Mixabin rewşa wan saziyan jî weke partiyên siyasî ye. Mirov gellek kêm dibîse ku çend sazî bi hev re hindek caran karên hevbeş dikin bona çareserkirina pirrsgirêkên micid ên civakê. Ewqas rêxraw nîşana bihêzbûna me nîne, belkî nîşa tevlîhevî û bê bernameyiyê ye.

Bi dîtina min êdî dema wê hindê hatiye ku em jinên kurd bi zanebûn û bîra femînîstî  li dora hev kom bibin. Ew hinde xwe li hev dûr negirin û xwe biyanî nehesibînin. Pirsa jina li hemû cîhanê weke hev e. Dema wê hindê hatiye ku her jineke kurd ji mafên xwe yên mirovî xwedî derkeve. Em dizanin ku kes mafê mirov dudestî pêşkeş nake. Ji bo mafstandinê divê ku mirov têbikoşe û hewildanan bike. Me jinên Kurd dibe bawerî bi hêz û îradeya xwe hebe. Bi yekgirtin, yekdengî û bi hevkariya mêrên xwedî îrade û wekhevxwaz, wijdanên hişar û femênîst em dikarin  civaka xwe li xewa giran şiyar bikin.  

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine