Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û alîgirên PDKÎ li Kurdistanê çalakiyên teblîxî lidar xistin

13:35 - 27 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Merîwanê, bi belavkirina tirakt û postêrên taybet çalakiyên tebilîxî lidaristin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 6`ê Banemer(26`ê Nîsan)`ê, endamên PDKÎ li bajarê Merîewanê çalakiyên teblîxî birêve birin.

Endamanê PDKÎ li bajarê Merîwanê, di nav parka “Şano” a bajarê Merîwanê de, logoya PDKÎ li ser pira ku hevwelatî di ser de hatûçûnê dikin zeliqandine û logoya PDKÎ di heyama çend rojan de her li wir mabû û xelkê Kurdistanê bi zeliqandina loqoya PDKÎ li ser wê pirê keyfxweşiya xwe nîşan dan.

Her di vê derheqê de jî, Şeva 5 li ser 6`ê Banemerê, endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Merîwanê, bi belavkirina tirakt û postêrên taybet çalakiyên tebilîxî lidaristin.

Têkoşerên Demokrat li bajarê Merîwanê, tirakit û postêrên taybet pêşwazî li peyama Mistefa Hicrî Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ kirin ku, rû li endamên Kurd yên li nav saziya Spaha Pasdaran a terorîst ne, ku li cihên wekî: Riya dinavbera Dizlî û Merîwan, riya Merîwan bo Seqiz, Bendava Garan, riya Merîwan bo sînorê Başmax, seyrangeha Bêlû, kanî xeyaran, derbenda Ddizlî, seyrangeha Biramava û herwisa li ser riya gundên wekî: Kal, Diga şêxan, Zelke, Siyanav û riyên Mêresûrê belavkirine.