Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endameke Hizba demokrat li kêberkêya werzişî de, pila yekem bi dest anî

12:18 - 21 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Endameke Hizba Demokrat li kêberkêya fidrasiyona nawneteweyî ya KUBO li werzişên rezmî de, pila yêkê bi dest xist.

Saziya Cîhanî ya Werzişên rezmî ku kêberkêyek li Bajarê Dihokê bi rêwe bir, endameke hizba democrat jî ku werzişwanê ware rezmî daye, beşdarî wê kêberkêyê bû.

Li encama kêberkêyan de lawê werzişvan Emîr Pûya karî li werzişa rezmî de pila yêkime wê fidrasiyona cîhaniye werzişê bidest bîne.

Li dema dana xelat bi wî lawê serkevtî, şandeke hizba demokrat pêk hatî ji Nuneratî û kumîta Hizbê li  Soran bi serperestiya Ramîn Omerzade Nunerê Hizbê li Soran li merasima xelat danê de beşdar bû .

Her bi bona serkevtina Emîr Pûya li wê kêberkêyê de, nuneratiya Hizbê li Soran jî Xelatê rêzlênanê pêşkêş wî kir.

Fidrasiyona Werzişiya KU BO li 53 welatên Cihanê deî, çalakî û kêberkêyên Werzişî bi rêwe dibe.