Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî berê yê Partiya Demokrat çû ser dilovaniya xwe

18:02 - 23 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Xebatkarekî berê yê Partiya Demokrat, bi sedema bi temenbûnê çû ser dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, xwedêjêrazî “Umer Rehmanî” naskirî bi “ Umer Mamxaliq”, xelkê “Tazeqela” ya bajarê Bokanê, û endamê berê yê hizbê û hevalê nêzîkî şehîd “Seiyîd Selam Ezîzî” çû ber rehmetê.

Xwedêjêrazî Umer di destpêka hatina ser kar a komara Îslamî bû bi endamê Partiya Demokrat û gellek bi dilsozî û bawerî bi rêbaza Demokrat bo gel û nîştiman xebat dikir.

Sala 1364`an (1985`an) bi sedema bi temenbûnê û li ser îzina hizbê wedirigere bo mala xwe, herçend ku gellek caran ji aliyê rejîmê ve hate destiberkirin û di girtîgehên rejîmê li bajarên wekî Bokan û Mehabad de hepsî bûye û herwisa di heyama hepisê de jî, rastî azar û îşkenceyan hatiye, lê tu demî xwe bo rejîmê neçemand û îradeya wî jî lawaz nebû, û di giritîgeha bajarê Mehabad û Bokanê de hevbend (hevtayê) şehîdê mezin yê gelê me şehîd “Rehman Budzêl” bû.

Roja Yekşemî rêkefta 29`ê Rezbera 1397`an (21`ê Çiriya Pêşîn) li temenê 75 saliyê de çû ser dilovaniya xwe.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya ji destdana wî xebatkarê mezin, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe şirîkê vê xema van dizane.