Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî dilsoz ê PDKÎ li Norwêjê koça dawiyê kir

13:51 - 8 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Endamekî dilsoz ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê piştî çendîn salan nexweşiyê, li welatê Norwêjê koça dawiyê kir.

Li gor zanyariyên Kurdistanmedia, roja îniyê 16’ê Sermawezê, Enwer Xanî Sultanpena endamê wefadar ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê piştî çendîn salan nexweşiyê li welatê Norwêjê koça dawiyê kir.

Enwer Xanî Sultanpena kurê axa Salih Rengerêjan, ji malbatên mezin ên Seqizê, sala 1935’an a Zayînî li gundê Talecerî ê Serşîwê ji dayîk bû. Sala 1940’an dema ku pênc salî bû, malbata wî neçar bû ji ber zulma Rizaşayê Mîrpenc, ji axa bav û kalan derkeve û çûne Silêmaniyê cem şêxê nemir Melîk Mehmûd.

Enwerxan li wir diçe bexçê zarokan û pola yekem jî li Silêmaniyê diqedîne. Payîza 1940’an vedigerin Serşîwê û çend salan di xwendingehên hikûmî de dixwîme û şeş salan jî mamosteyê taybet hebû. Heyamekê jî li hucreya mizgefta Talecer, serf û nehwa Erebî xwendiye. Ji serdema genciyê ve dilsozê ax û niştîman bû û sala 1957’an pêwendiyê bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re pêk tîne û weke yekemîn endamê şaneyên PDKÎ li Seqiz û Serşîwê dest bi çalakiyên hizbî dike.

Piştî heyamekê di dawiya 1342’an a Rojî û destpêka 1343’an de rastî pêla girtina endamên PDKÎ ji aliyê rejîma Şah tê û nêzîkî salekê li girtîgeha Qizilqela a Tehranê girtî bû. Sala 1357’an di refên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de li komîteyên Seqizê, çalakane tevlî şoreşa gelên Îranê dibe û pişt re jî ku diçe nêzîkî cihê komîte navendiyê, heyameke dirêj endamê desteya nivîskarên PDKÎ bû. Herwisa ew neh mehan jî ji aliyê Komara Îslamî a Îranê ve hatibû girtin û sala 1991’an berê xwe dide welatê Norwêjê û li wir bicî dibe.

Çendîn berhemên wî jî di warên helbest, wêje û wergerandinê de hene ku hin ji wan ev in; Dîwana helbestên wî bi navê “Zayeley Xeyal” û çarîneyên wî bi navê “Gulistana Dil”, Romanên “Bavoyê Lingdirêj” û “Xewnên Dêlikê” ji Farsî kirine Kurdî, “Qujbinên Penceyan” ku nameyên bi helbest di navbera wî û Aşiqê helbestvan de bûn û du pirtûkên dîrokî bi navên “Eşîreta Zengene” û “Talî û Şirîniyên Şoreşê”. Enwerxan Sultanpena, birayê şehîd Qadirxan Sultanpena pêşmergeyê dilsoz ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû.