Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî din ê parlementoya Kanadayê mûşekbarana rejîma Îranê mehkûm kir

17:18 - 25 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Endam parlemanekî din ê Kanadayê yê ser bi Hizba Konservatîv daxwaz ji welatê xwe kir ku Spaha Pasdaran bixe nava lîsta terorê ya Kanadayê de.

“Garnet Jenes” endamê parlementoya Kanadayê û ser bi hizba Konservatîv di nameyekê de bo Wezîrê Asayişê ê Kanadayê, mûşekbarana rejîma Îranê bo ser binke û baregeên PDKÎ mehkûm kir, û daxwaz kir ku Spaha Pasdaran ya terorîst bixin nava rîzbenda terorê ya welatê xwe de.

Di beşeke din ya vê nameyê de navbirî bas ji vê kiriye ku pêştir parlementoya Kanadayê deng dabû vê ku Spaha Pasdaran bixin nav rîzbenda terorê, û daxwaz ji Wezîrê Asayişê kiriye ku bona rêgiriya ji kiryarên terorîstî ên rejîma Îranê bilez vê biryara parlemantoyê cîbicî bikin.

Eva yekem car nîne ku parlemantarên Kanadayê kiryarên terorîstî ên rejîma Îranê mehkûm dikin, û piştevaniya tevgera Kurd di Kurdistana Rojhilat de dikin, pêştir jî Tam Kimç parlemantarê Kanadayê û ser bi Hizba Konservatîv mûşekbarana binekyên Hizba Demokrat mehkûm kiribû, û palpiştiya xwe li Hizba Demokrat ya Kurdistana Îranê eşkere kiribû.

Her di vê rastayê de Wezîrê Parastinê ê Kanadayê jî mûşekbarana binkeyên Hizba Demokrat mehkûm kir û sedema vê yekê jî vegerande ser bêdengiya civaka navdewletî û bêhelwestiya wan li dijî vê rejîma serberedayî.