Kurdistanmedia: Endamekî dêrîn ê PDKÎ li bajarê Seqizê, bi sedema nesaxiyê çû ber dilovaniya xwe.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, êvareya roja Şemî 5`ê Gelawêjê, “Ebdûlrehman Muste`icêr” Endamekî dêrîn ê PDKÎ li bajarê Seqizê, di temenê 60 salî de, bi sedema nesaxiyê canê xwe ji dest da û çepera xebatê bo şoreşgerên wê rêbazê bi cih hêla.
Xwedêjêrazîbûyî li sala 1338`an di gundê “Cafirxan” a girêdayî bajarê Seqizê de ji dayîk bibû, û herwisa di temenê ciwaniya xwe de, pêwendî bi Rêkxistana nehênî a Hizba Demokrat ve girtiye û heya dawiya jiyana xwe li ser rêbaza xwe vefadar ma.
Keça xwedêjêrazîbûyî a bi navê “Jîla Muste`icirî”, endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye û endama desteya birêveberî a Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê ye.
Termê xwedêjêrazîbûyî di nav girseya malbata û kasûkarên wî û xelkê deverê de bi axa pîroz a Kurdistan hate spartin.
Partiya Demokerat a Kurdistana Îran, sersaxiyê ji malbat, xizm û kesûkarê navbirî re dibêje û xwe şerîkê xema wan dizane.