Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ çû ber dilavaniya xwe

13:39 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Bokanê bi sedema bûyera hatûçûyê canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî 1`ê Gelawêjê, “Samrend Kakilî” jidayîk bûyî sala 1368`an û kurê Xalîd û xelkê bajarê Bokanê bi sedema bûyera hatûçûyê di rêya dinavbera Bokan û Mehabadê de, koça dawî kir.

Navbirî her di destpêka ciwaniya xwe de, hest bi zilma rejîma Îranê kiribû û pêwendî bi PDKÎ ve girt û wekî endamekî nehênî erkê Hizba xwe li bajarê Bokan û derdorê ji stuyê xwe girtibû, û di wê heyamê de wekî endamekî çalak karê xwe bi rê ve dibir û di nav civatê û nemaze di nav ciwanan de hewla eşkire kirina siyaseta qirêj a rejîma Îranê dida.

Herwisa bilî bi rê ve birina erkên Hizbê, wekî endamê Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê jî, çalakiyên ber çav lidar dixistin û bi hemû hêza xwe hewil dida ku navê wê Saziyê di nav ciwanên Kurdistanê de bilind rabigre.

Mixabin roja Sêşemî demjimêr 10:30 î sibêdê li rêya dinavbera bajarê Bokan û Mehabadê de, ku naskiriye bi rêya Burhan, bi sedema bûyera hatûçûyê canê xwe ji dest da. Hêviya wî ku jiyaneke serbest li jêr desthelata Kurdî de bû bi çavê xwe nedît.

Partiya Demokrat a Kursdistana Îranê sersaxiyê li malbat, xizm û kes û karê navbirî dike û xwe bi şerîkê wê xema wan dizane.