Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ çû ber dilovaniya xwe

17:53 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmadia: Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi sedema sekinîna dil çû ber rehmetê.  

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 31`ê Pûşperê, “Fayiq Mihemed Emînî” naskirî bi “Fayiq Hewramî” û kurê Abid, di temenê 66 salî de, bi sedema sekinîna dil, çû ber dilovaniya xwe.

Xwedêjêrazîbûyî di destpêka xebata eşkire ya Hizba Demokrat de, li devera “Hanegermele ya Hewremanê” pêwest bi refên Hizba Demokrat bû û heya sala 1369, di çepera pêşmegayetî de li dijî dagîrkeran di xebat û tekoşan debû, û wekî endamê teşkîlatî ê Hizbê, erkên xwe bi rê ve dibird.

Herwisa xwedêjêrazîbûyî, Du bira ên bi navên şehîd “Dawûd û Mihemed Reşîd”, li şer û pevçûn digel rejîma dagîrker a Îranê de, tevî karvanê şehîdan bûn.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbat, xizm û kesûkarên navbirî re dibêje û xwe şerîkê xwemê wan dizane.