Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ çû ser dilovaniya xwe

19:27 - 29 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Endamekî PDKÎ li “Çûmî Mecîdxan” a ser bi bajarê Mehabadê, çû ser dilovaniya xwe.

Li gora nûçeya gihîştî malpera Kurdistanmedia,”Umer Heyderî” bi sebeba nesaxiya şêrpencê di gundê Serçinar a girêdayî devera Çûma Mecîdxan a ser bi bajarê Mehabadê, çû ser dilovaniya xwe.

Umer li gundê Serçinarê hatibû dinê, û piştî şoreşa gelên Îranê digel rêxstina nihênî a PDKÎ a ser bi komîteya bajarê Mehabadê pêwendî digire, û di kar û çalakiyên pêşmergan di devera Çûma Mecîdxan de pişkdar dibe, û heyanî dawiya jiyana xwe bi rêbaza Qasimlo wefadar ma.

Navbirî di sala 1395`an de tûşî nesaxiya şêrpencê dibe, û piştî sal û nîvekê berberekaniya digel nesaxiyê, mixabin di şeva Duşemî 6`ê Sermaweza 1396`an de çû ser dilovaniya xwe.

Hêjayê basê ye ku, navbirî di malbateke Kurdperwer de hatibû dinê, û di hemû kar û çalakiyên Hizbê de pişkdar bû, û heyanî niha jî yek ji endamên malbata wî, pêşmergê PDKÎ ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kes û karên navbirî, û xwe şêrîkî vê xema wan dizane.