Kurdistanmedia: Endamekî PDKÎ li bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran a terorîst ve hate şehîd kirrin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye mlpera “Kurdistanmedia”yê, êvara roja Yekşemî, rêketa 20`ê Gelawêjê, “Se`îd Hesenpûr” ê temen 44 salî û xelkê gundê “Kanî Reş” a girêdayî bajarê Şinoyê, bi destî hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, tevî karvanê şehîdan bû.
“Se`îd Hesenpûr” kurê Hemedî sofî Salih, xelkê gundê “Kanî Reş” a ser bi bajarê Şinoyê, li çiyayê Kêleşîn rastî gulereşandina rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a terorîst hat û şehîd bû.
Navbirî xortekî dilsoj û nîştimanperer bû û erkê xwe ê teşklîlatî a PDKÎ bi dilsojî ve lidar dixist.
Termî navbirî di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê ji malbat, xizim û kesûkarê navbirî re dibêje û xwe hevparê xemê wan dizane.