Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ jiyana xwe ji dest da

15:19 - 10 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Soran Şafiî endamê PDKÎ li bajarê Hewlêrê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.

Şeva Duşemiyê 18ê Banemerê Soran Şafiî naskirî bi Soran Seqizî, endamê PDKÎ li cihê karê xwe de, di bûyerekî biguman de jiyana xwe ji dest da.

Soran Seqizî ku xwediyê restorana Zêwiye li ser kolana 100 metrî a Hewlêrê bû, bi fîşekê jiyana xwe ji dest daye, û şêweya jiyan jidestdana wî jî biguman e.

Di vê derheqê de, Mihemedsalih Qadirî endamê Komîteya Navendî a PDKÎ û berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li bajarê Hewlêrê ragehand: Me bona rastiya vê bûyerê daxwaza rohnkirinê ji polîs kiriye, û em çaveriyê encama lêkolîna pizişkî ne.

Soran Seqizî jidayîkbûyê bajarê Seqizê ye li Rojhilata Kurdistanê, û navbirî endamê PDKÎ û çalakê siyasî û medyakar bûye, û çend salan rûniştiyê welatê Swîdê bûye.

Navbirî kesekî çalak di biyavê ragehandinê de bûye, û çend salan li TISH TV de pêşkêşkarê pirograma Lawan bûye, û herwisa li Kurdsatê de jî bernameya dekomentarî ya bi navê Seyr û sefer amade dikir.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kes û karê navbirî, û xwe şirîkê xema wan dizane, û daxwazkar e ji dezgehên pêwendîdar, ên Kurdistana Başûr, ku rastiya vê bûyerê ji bo raya giştî û malbata navbirî, û hevalên wî di PDKÎ de zelal bike.