Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ koça dawiyê kir

16:45 - 13 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Reşîd Mamqadirî, endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Mehabadê de bi sedema nesaxiya penceşêrê li nexweşxaneya Mehabadê de koça dawiyê kir.

Reşîd Mamqadirî ji malbatek welatparêz û dilsoz ya gundê Girdî Yeiqûbî ya Şarwêranê û rûniştiyê bajarê Mehabadê bû.

9564.jpg
Reşîd Mamqadirî

Navhatî çend caran ji aliyê hêzên îtilaatî yên Mehabadê ve hatibû dest bi ser hepsî kirin, lê her teslîm nebû û çalaktir ji caran, kar û erkên hizbî bi cih dianî.

Ji malbata Reşîd Mamqadirî heya niha çend kes bi tometa endametî di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de bi hepsa demdirêj hatine darizandin.

Termê navhatî li nav girseya xelkê deverê, dost, nasiyar û kes û karên wî li Mehabadê de hat binax kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî sersaxî ji malbat û kes û karên Reşîd Mamqadirî, xwe li xem û kovanên wan de bi şirîk dizane.