Kurdistanmedia: Endamekî Dilsoze PDKÎ li dewera “Deştebêl”ê, ço ber dilovaniya xwe.
Li gorî nûça gihîştî bi malpera “ Kurdistanmedia”ê, Roja Înê, 26ê Rezberê, endamekî PDKÎ, koça dawiyê kir.
“ Fexredîn Peyxamî”, kurê “ Zekerya”, xelkê gundê” Dostek”a, girêdayê bajarê” Şino”ê, bi sedema bûyera hatûçunê, li rêka navbera Urmiyê bo bajarê Şino ê, canê xwe ji dest da.
Navbirî kesekî welatperwer bû û her dem amadeyê bi rêwebirina erkên pê sipartî bû.
PDKÎ, bi boneya koça dawiya wî endamê çalake xwe, sersaxiyê dide malbat, xizim û kes û karên navbirî û her wisa xelkê welatperwerê “ Dostek” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.