Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ li Pawê wefat kir

20:52 - 18 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Heme Xan Lihonî endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û bavê pêşmergeyekî vê partê, bi sedema nexweşiyê li gundê “Hane Germle”a ser bi bexşa Newsûsê, çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, Heme Xan Lihonî pêşmergê kevnar, endamê PDKÎ û bavê “Omîd Lihonî” pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, roja Şemî bervara 17’ê Gulan a 2014’an, li gundê “Hane Germle”a ser bi bexşa Newsûsê li bajarê Pawe seba nexweşiyê di temenê 66 saliyê de wefat kir.

8501.jpg
Heme Xan Lihonî

Heme Xan Lihonî kurê Mistefa sala 1357’a Rojî pêwendî bi PDKÎ ve girt û li hêza Şaho de hat sazmandihî kirin.

Navbirî di destpêka pêşmergayetiya xwe de seba jêhatiya wî weke fermandê lika pêşmerge hat diyar kirin û li çendîn şerên weke şerê Pawe, rizgarîkirina gundê “Kêmine” û herwusa “Kele Qendî” pişikdarî kiriye.

Heme Xan sala 1366’a Rojî, paş valakirina deverê seba karesata Helebcê û êrşîn rejîm bo ser bajarê Helebcê, li gorî rewşa jiyan û hebûna zarokên sawa û rewşa taybetiya jiyanê, naçar ma ku bizivre hundir ku ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve bo heyamê 45 rojan li cihê takekesî ya girtîgeha Merîwan di jêr eşkence û ezhetê de bû û piştre jî paş azadkirina wî heya çendîn salan jêr çavdêriya hêzên Îtilatê de bûye, bi awayekê ku îzna derkevtin li Merîwanê jî bi wî nedane.

Heme Xan Lihonî heya daviya jiyana xwe pêwendî tevî PDKÎ hebûye û bi rêbaza partê û gelê xwe wefadar meye.

Pêşmergê kevnar xwediyê 5 keç û 2 kure û yek ji kurên wî bi navê “Omîd Lihonî” li rêza pêşmergên PDKÎ deye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serxweşî ji malbat û kes û karên “Heme Xan Lihonî” û bi xasmanî “Omdî Lihonî” dike û xwe di xem û kovana wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wî şad be