Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ li welatê Almaniya koça dawî kir

17:37 - 18 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Endamekî PDKÎ ê xelkê bajarê Sine, di temenê 86 salî de li welatê Almaniya çû ber dilovaniya xwe.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî 26`ê Gelawêjê,”Mihemedemîn Rustemî”, naskirî bi “Şatir Mihemedemîn”, endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li welatê Almaniya, di temenê 86 salî de bi sedema nesaxiyê canê xwe ji dset da.

Şatir “Mihemedemîn” li sala 1312`an li bajarê Sine a Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye, û yekek li tekoşeranê naskirî ê nav refên PDKÎ bûye ku, her li destpêka şoreşa gelên Îranê, li dijî rejîma paşayetî û ragihandina xebata eşkere a Partiya Demkotrat, wekî fermandeyekî xwedê ezmûn ku berê jî beşdariya şoreşa Eylûn kiribû, hate nav refên hêza pêşmergê Kurdistanê, di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de.

Xwedêjêrazî, piştre xebata xwe domkir û di wan salê dawiyê de bi sedema kalbûnê û nesaxiyê rû li welatê Almaniya kir û di wîr jî wekî tekoşerekî emegnas bi rêbaza xwe, xebata xwe dok kir.

Xwedêjêrazî berê jî di nav Partiya Şû`î a Îraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê, bo xizmet bi netewa xwe xebat kiribû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê ji malbat, xizim û kesûkarê nabirî re dibêje û xwe hevparê xemê wan dizane.