Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ pileya sêyem a leşciwaniyê bi dest ve anî

12:19 - 30 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia :Endamekî Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, di pêşbirkeya leşciwaniya Hewlêrê li Herêma Kurdistanê, ku li roja Şemiyê bi rê vê cû, pileya sêyem bi dest ve anî.

Pêka nûçeya ku gehiştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, “Reşad Mênberî” temen  35 salî di pêşberkêya leşciwaniya Kurdistanê de, ku li Hewlêrê bi rê vê çû, karî pileya sêyem bi dest ve bîne.

Ew werzişvanê Kurd bo heyama 5 salan di wê derheqê de mijûlî temrînkirinê ye, û di wê heyamê de sê car di pêşberkê de pişikdarî kiriye.

Reşad Mênberî du caran li ser asta Kurdistanê de kariye pileya sêyem û çarem bi dest bîne, û di pêşberkêya vê carê de karî pileya sêyem bo xwe misoger bike.

Reşad Mênberî, jidayîkbûyê gundê Niyer a ser bi bajarê Sine ye, û kurê Şehîd “Ewlesen Mênberî”ye û herwisa birayê şehîd“Şoriş Mênberî” ye, ku di hemaseya Kosalanê de li Pûşpera sala 1395`an de, hevdem digel desteyek ji şorişgerên Demokrat tevlî karwanê şehîdan bû.