Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî xebatkar ê PDKÎ çû ser dilovaniya xwe

19:59 - 8 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di bajarê Şinoyê de, çû ser dilovaniya xwe.

Di rêkevta 13`ê Rezbera 1396`an endamekî çalak yê Partiya Demokrat, yê bi navê “Hecî Xanemîr Xoşrû” naskirî bi “Hecî Xane” xelkê gundê “Sofiyan” a ser bi bajarê Şinoyê koça dawiyê kir.

“Hecî Xane” di sala 1320`î li malbateke Xebatkar û kurdperwer de hatibû dinê, û navbirî di destpêka xebata eşkera a Partiya Demokrat de, dibe endamê Hizbê, û bi awayekî cesûrane her kar û erkek pê dihate spartin encam dida, û berdewam mala wî cihê bêhnvedana pêşmergeyan bû, û herwiha ji aliyê aborî û me`inewî ve jî alîkariya PDKÎ dikir, û berdewam xelk han dida da ku tevlî rêzên pêşmergên PDKÎ bibin, û çend caran jî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat û kes û karên navbirî û xwe şirîkê vê xema wan dizane.