Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên Demokrat li bajarê Şinoyê peyamek belav kirin

13:06 - 11 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Komek li endam û alîgirên Partiya Demokrat li bajarê Şinoyê, bi merema bilind nirxandina yada hemaseya Kêleşîn û di salvegera vê hemaseyê de, peyamek belav kirin.

Peyam wiha ye:

Îro yek sal di ser hemaseya Kêleşînê de derbas dibe. Yada şehîdên vê hemaseyê di piraniya rojên îsal de di mêjiyê me de hatûçû kiriye. Lê em xwe wekî qutabî û rêvîngê rêbaza şehîdê nemir, Dr. Qasimlo dizan in, waneyên wî hemû demekê di mêjiyê me de ye û bûye rûnahiya rêya xebata paşeroja me, ku gotiye: “Em bo şehîdan nagrîn û kincên reş liber nakin, tenê spas kirin li şehîdên me berdewamî kirina rêya wan e.”.

Her ji bo vê jî, her bi yada wan şehîdane îradeya me bilind dibe û em sûrin li ser rêbaza pîroz a wan.

Waneyek ku wan şehîdane bi me re nîşan dane eve bû ku, heya dawiya jiyana xwe li hember hêzê zordar ê rejîma faşîst û Spaha Pasdaran a terorîst sekînand in, û berevanî li mafên reway ên xelkê Kurdistanê kirin.

Em soz didine malbatên şehîdên hemaseya Kêleşîn û hemû şehîdên rêya rizagarîkirina Kurdistanê, me jî li xweragirî û qehrimanî û bawera bê mînak a wan wane vergirtiye, ku em heya dawî dilopa xwînê, domkiriyê rêya wan in, yan serdikevin yan jî wekî wan canê xwe gorîyê vê rêbaza pîroz dikin.

Serkeve û berdewam be Rasana çiya û bajar

Rûreşî bo rejîma faşîst û Spaha terorîst

Komek endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Şinoyê

20`ê Gelawêja 2719 a Kurdî