Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên Partiya Demokrat li “Ewêheng” peyamek belavkirin

13:45 - 16 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li gundê “Ewêheng”, bi hilkefta 25`ê Gelawêjê, peyamek belavkirin û yada 74`emîn salvegera avabûna PDKÎ bilind nirxandin.

Peyam wiha ye:

Bi navê axa pîroz a nîştimana me Kurdistan.

Silav û hezaran silav li şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, bi taybet şehîdên PDKÎ.

Em pêşmergên Bajar, endam û alîgirên PDKÎ, li devera “Jawero” gundê “Ewêheng” ji “Kuçke Sûr” a serbilind ve, hezaran deste gulê Gelawêjê, bi boneya 74`emîn salvegera damezrandina Hizb û 74 sal xebata pir li serbestî û bê mandû yî, arasteyê hemû şehîdan û malbatên rêzdar ê wan û tev kadir û pêşmerge û endamên wê Hizbê dikin.

Em erkê xwe dizanin, dîsan digel rêberê mezin ê me û Hizba me peymana emegnasiyê nûbikin.

Her ji bo vê li wir dibêjin ku, rêzdar “Mistefa Hîcrî” yê hezkirî, tu her erk û fermanekê bidî em amade ne, û heya dawiya jiyana xwe emegnasin bi rêbaza mekteba Pêşewa.

Bijî Kurdistan

Bijî PDKÎ

Pîroz be 25`ê Gelawêjê

Ciwanên Demokrat ên Kuçke Sûr

Ewêheng