Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Enistîtuya Çandî û Hunerî ya Ehmedê Xanî li Urmiye hat daxistin

13:44 - 12 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Enistîtuya Çandî û Hunerî ya Ehmedê Xanî li bajarê Urmiye, bi biryara Wezareta Ferheng û Îrşada Îslamî ya Îranê li Parêzgeha Urmiyê hat daxistin.
Li gor nûçeya gehiştî malpera kurdistanmedia, sibêdeya roja yekşemî berwara 11’ê Tebaxa 2013’an, Enistîtuya Çandî û Huneriya Ehmedê Xanî bi biryara Wezareta Ferheng û Îrşada Îslamî ya Îranê li Parêzgeha Urmiyê û ji aliyê îdareya Emakina hêzên Întizamiyên rejîma Îranê li vî bajarî de hat daxistin.
Enistîtuya han heya niha çendin caran ji aliyê Wezareta Ferheng û Îrşada Îslamî ya Îranê li bajarê Urmiyê ketiye bin givaşan û astengî xistine pêşiya kar û çalakiyên wê de


Enistîtuya Çandî û Huneriya Ehmedê Xanî xwediyê yasaya fermî a çalakî li Wezareta Ferheng û Îrşada Îslamî ya Îranê li Parêzgeha Urmiyê de bûye û di sala 2002’an heya niha bi avakirina komîteya xwendekar, jinan, hunerî, çandî û perwerdeyî çalakî kirine.