Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdheja Kirmaşanê û liberhevkevtina du kultoran

14:09 - 7 Kanûna pêşîn 2017

Elî Munezemî

”Mirov dostên xwe li demên tengaviyê de nas dike”gotinek mezin û pêşiyan e ku li dema qewmîna bûyeran de berdewam xwe nîşan dide. Li vê çarçoveyê de neyar û dagîrkerên Kurdistanê hertim bas ji wekheviya navbera kurdan û neteweya xwe dikin, lê mixabin li piratîk de berevajî wan gotinên xwe pêngavan radikin û ne tenê tu wekheviyek tune ye, belkî gelek astengiyên sîstematîk jî bo kurdan diafirînin. Wek mînak, li Rojhelatê Kurdistanê de helwesta hikûmetê li hember kurdan li ser bingeha nasname û kultorê cuda ye.

Hikûmeta navendî xwediyê kultora tolhildanê ye. Ew, kurdan wek dujmin dibînin, û li her derfetekê bo lêdan û derbeweşandina ji kurdan mifahê werdigrin. Ev yeka li dema erdheja parêzgeha Kirmaşanê de bi ronî û zelalî kete ber çavên bîr û raya giştî. Rejîm amade nebû bi hawara xelkê lêqewimî û zirardîtî ve biçe û nemaze hevkariyên navnetewî jî bona sivikkirina barê lêqewmiyan qebûl nekir; Lê li hemberî vê helwesta faşîstî û dijî mirovî de, helwesta xelkê kurd cihê şanazî û pesnê ye û ya ku ji destê wan hat, xwe jê neparastin û hevkariya xelkê xwe kirin. Eva jî nîşan dide ku kurd û neteweya serdest (ku rejîm nûneratiya wan dike) xwediyê du şaristaniyetên cuda ne ku li du yekeyên kultorî ên cuda cuda de xwe nîşan didin. Gelê kurd bi vî karê xwe careke din him bi Îraniyan û him jî bi hemû dunyayê nîşan da ku li ser bingeha elementên xwe yên kultorî wek ziman, adet û hwd xwedî nasnameyek rastîn a cuda ye û xwe ji nasnameya qelp û çirûke Îranî dûr xist.

Îranî dibe vê rastiyê baş bizanibin ku şaristaniyet û kultor tiştên dînamîk in ku li hin serdeman de pêş dikevin û bilind dibin û li hin serdemên din de jî paş dikevin û wunda dibin. Eger em vê xeyala wan bi rast bihesibînin û bêjin ku Îranî serdemekê xwediyê şaristaniyeteke mezin bûne, lê mixabin li wan çend sedsalên dawiyê de û bi xasmanî li serdemê rejîmên kewneperest de tu nîşanek ji vê kultor yan şaristaniyeta xeyalî ku Îranî pêve xewnan dibînin û şanaziyê pêve dikin, nema ye û ew li nizimtirîn asta kultorî de dijîn ku tu nîşana mirovatiyê jî pêve xuya nake. Ev li berhevkewtina şaristaniyeta kurdan û îraniyan bûye bingeheke rast û durust bo cudakirina nasnameyê. Vê erdhejê, rewşa peywendiyên navbera Kurd û Îraniyan derxiste holê û da xuyakirin ku dewleta wan, xwe li kurdan xwedî nake, û welatê kurdan wekî koloniya xwe dihesibîne û azadî, maf û nirxên wan yên miroyî bi tu awayî berçav nagre.

Nexa ger wusa nine! çi ferqa navbera erdheja Bem û Kirmaşan`ê de hebû!? Rayedarên rejîmê li dor erdheja Bemê amade bûn ji mezintirîn dujminê xwe (DYA)`ê hevkarî û alîkariyê qebûl bikin û îzin bidin ku DYA hevkariyên mirovî ên xwe bo xelkê Bemê bişîne, lê li hember xelkê kurd li Parêzgeha Kirmaşanê de amade nebû ku ne bi xwe bi hawara xelkê ve biçe û ne jî hevkariyên tu alî û dewletekê qebûl bike!?

Rayedarên rejîmê her bi vê hindê jî nerawestiyan û hevkariyên xelkê xwebexş jî tevî astengiyan berbirû kirin, û dest bi ser alîkariyên wan de girtin yan jî wek cerdewanan dizîn û talankirin û izin nedan ku bi şêwazeke durust, ew hevkarî bigihîjin xelkê.

Belê, ferqa kurd û Îraniyan li vê de ye ku xwediyê kultorên ciyawaz in. Îranî xwediyê kultorek êgoîstî û ji xwerazî in û ji xwe nebe, ji tu kesê/î razî ninin. Her tim di navbera xwe û xelkê de, tixûban dadinên û hemû kesên xincî xwe, wek dujmin dibînin û nefretê jê dikin. Ew nefretkirina xoreka wan e bo ku kultora xwe ya êgoîstî bilind bikin û bigîjne asta şovenîzmê û li hemû nirxên mirovatiyê dûr bikevin.

Li hember wê kultora seqet de, kurdan cehd kiriye ku di xirabtirîn serdeman de tevî hemû astengî, belengazî û hejariyan ve, hebandin û dilovaniya xwe wunda nekin û seha xwe ya hevparbûnê biparêzin û bi van kar û reftaran ve serê mirovahiyê bilind bikin û nîşan bidin ku em neteweyek in ku cudahiya ol û îdeolojiyan nikare bibe asteng li ser riya xizmet bi hemwelatî û hemneteweyên me. Emê her tim hevdu hez bikin û bi vê hezkirinê jî, serê me, neteweya me û merivahiyê bilind e.