Kurdistanmedia: Di dema sala borî de ku erdhej hat, hejmarek hevwelatî bûne qurbanî, û niha hatina erdhejan di Kurdistanê de, bi awayekî berdewam çê dibin.
Êvariya roja Yekşemî, 21`ê Xezelwera 1396`an, demjmêr 10 şevê, li bajarê Kirmaşanê, erdhejek li Êzgile û Serpêla Zehaw çê bû, û ev erdheja bi qasekî mezin û bihêz bû ku, çendîn welatên herama Rojhilata Navîn jî hîs bi vê erdhejê kiribûn.
Navenda vê erdhejê li Serpêla Zehawê bûye, û di vê herêmê de xesareke zêde li pey xwe aniye, û herwisa di çendîn bajarên din yên derdorê yên wekî Îlam û Kirmaşan, Ciwanro û Şadab û Qesra Şîrîn û Kirind û Selas, û … hwd, zirarên madî û canî li pey xwe hebûye.
Wê demê pêka amarên serekî di bajarên parêzgeha Kirmaşanê de, zêdeyî 200 kuştî û nêzîkî 2 hezar û 600 kesên din jî birîndar bibûn.
Piştî derbazbûna wê erdhejê, bi awayekî berdewam erdhejan gund û bajarên Kurdistanê hejandine, û şeva Yekşemî rêkefta 4`ê Sermaweza 1397`an (26`ê Çiriya Paşîn) jî, dîsan erdhejeke din li Kurdistana Rojhilat de çê bûye, û bi sedema bihêzbûna vê erdhejê zirareke xuya a canî û malî ji hevwelatiyan ketiye, û hejmarek hevwelatî jî birîndar bûne.
Navenda erdhejnasiya cîhanî navenda hatina vê erdhejê, parêzgeha Kirmaşana girêdayî Kurdistana Rojhilat ragehandiye.
Navenda erdhejnasiya cîhanî, asta bihêzbûna vê erdhejê 6.3 rîştêr ragehandiye.
Hevwelatî û hin karnasên warê erdhejnasiyê, li ser vê baweriyên e ku, hatina van erdhejan di Kurdistanê de, ayasyî nîne.