Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistana Siûdî derkevtina xwe ji “OPEC”ê de gengeşe dike

12:03 - 11 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Kovara “ Wall Street Journal” weşand ku Erebistan heyameke derkevtina xwe ji “OPEC”ê da niqaş dike.

Wê Kovarê daye eşkerekirin ku ev yêka jî dizivire bo ser daxwaz û pêşniyaza Tiramp ê Serokomarê Amerîka, bi vê mebestê da ku nirxa neftê bête kontrolkirin û bikarin berahîka zêdebûna nirxê bigrin û herwiha li wê demê de Erebistan xwe pabendê biryarên OPEC`ê nizane ku çiqas neftê derêxe û bifroşe.

Nûnerê Îranê li rêkxistina OPEC de got: Her çiqas li egera derkevtina Erebistanê li vê rêkxistinê de li ser daxwaza Tramp û Amerîka ye, lê goman li ser hindê heye ku Erebistan bikare vê meqseda Amerîka bîne cih.

“OPEC”ê heta niha li vê derbarê de çi helwêstek nedaye xûyakirin.

Yêk ji nîgeraniyên Îranê ev e ku eger Erebistan li OPEC`ê derkeve, wê valatiya cihê nefta Îranê tejî bike, û herwiha wê berahîka çûna serê ya nirxa petrolê bigre, lewma Îran vê yekê bi zerera xwe dizane ger Erebistan li “OPEC”ê derkeve, û pêbendê biryarên wê nebe.