Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ereteşa Azad a Sûriyê konterola 40 ji sedî a axa Sûriyê kirine

16:44 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Komîteya Hevahengî a Erteşa Azad a Sûriyê ragihand, 40 ji sedî a axa Sûriyê ji aliyê Erteşa Azad a Sûriyê ve hatiye konterolkirin.


Li gor rapora Elerebiye, Komîtreya Hevahengî a Erteşa Azad a Sûriyê, roja Pêncşemî berewar 5’ê Tîrmeh 2012’an, ragihandiye ku 40 ji sedî a axa Sûriyê ji destên rejîma Beşar Esed hatiye rizgarkirin û di destên Arteşa Azad a Sûriyê de ye.
Endamek Komîtreya Hevahengî a Erteşa Azad a Sûriyê tevî rexnekirina kiryarên Encumena Nîştimanî a Sûriyê, got: “Encumena Nîştimanî a Sûriyê tevî şoreşgêr û Erteşa Azad a Sûriyê di hundirî welat de hevaraste nine û Encumena han nûneratiya Erteşa Azad a Sûriyê nake”.
Li gor rapora Saziya Çavdêr a Mafên Mirovan a Sûriyê, di destpêka şoreşa Sûriyê ve heya niha pêtirî 16500 kes hatine kuştin.