Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrişa hêzên tepeserkare rejîmê bo ser ser Kirêkaran

12:06 - 21 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Kirêkarên şirketa “Azer Ab” a bajarê” Erak”ê, di Roja Yekşemî, 28`ê Rezberê,  dîsan berdewam bûn li ser kombûnên nerazîbûnê, kevtne ber êrişa hêzên rejîmê.

Li gorî nûça gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”ê, kirêkarên şirketa “ Azer Ab”a bajarê” Erak”ê, bi girtina rêka Qetarê a bakûr-başûr, nerazîbûna xwe hember nedana Hiquqê nedayîe xwe nîşandan.

 Hiquqê 2 Mehên wan kirêkaran nehatiye danê û ev kombûna nerazîbûnê her berdewame û kirêkar daxwaz dikin ku berpirsê şirketa “ Azer Ab”, ser kar bê derxistinê.

Hewceyî amajêye ku ewa cara 2`ê ye ku kirêkarên wê şirketê, kombûna nerazîbûnê li ser rêya qetara bakûr-başûr, bi rêwe dibin.

Bi êrişa hêzên tepeserkare rejîmê bo ser wan xwenîşanderan, 40 kes ji wan hatine desteserkirinê, û rêjîma gendel, di cihê dana bersiva daxwaziyên wan , bi gaza bîber û kevirbaranan, bersiva wan Kirêkarên zehmetkêş daye.

Komara Islamiya Îranê bi tepeser kirin û paşvekêşiya xwenîşanderan, hartir dibe û wan tundtir tepeser dike.