Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa leşkirî li dijî Esed, Îranê jî lawaz dike

00:11 - 24 Hezîran 2012

W: Agirî

Lord Corc Waydin, nivîskarê birîtanî li rojnameya ‘’Die Waltt’’a Almanî de babetek li dor rewşa Sûriyê û aliyên têkildar bi wê weşandiye li jêr navnîşanê ‘’Nemana Esed, dawiyê bi nifûza rejîmê li deverê de tîne’’.

Ew li destpêkê de basa rewşa Sûriyê dike ku kirîzên wê bidawî nabin. Biryarnameya Konseya Ewlekar li dor êrîşa leşkirî li dijî sûriyê dikare dawiyê bi wê rikeberiyê bîne. Herweha Komara Îslamî jî lawaz bike û bi vî awayî rê ji bo dawîanîna bi kirîzên Rojhilata navîn re vedike.

Ewa ku hikûmeta hov a Esed li Sûriyê de ji desttêwerdana leşkirî a hevalbendiyek mezin pêkhatî ji Komkara Erebî, Nato û hemû cîhana azad parastiye, zêde destê alîkare Rûsiyê û Tehranê nine, belkî nîgeranî ew e ku êrîşa leşkirî û guhertina hikûmetê dibe sedem ku rewşek xirabtir weke şerê navxweyî ê mesebî û cinayetên rêxistinkirî û çalakiyên terorîstî ên Elqaîdeyê bibe.

Ger bi dûr ji îhsasatê mêzeyî rewşê bikin, heftiyên tê û pêşerojê ji bo êrîşa li dijî Esed munasib û guncaw in. Pêgeha Yekêtiya Ereb û hevkariya Nato ku têde Turkiye weke endamê bisilman yê wê, vê carê dikare bi erteşek bihêz rolek mîhwerî bilîze û li dawiyê de jî xurtbûn û bihêzbûna roj li pey rojê zêdetir a opozîsyona Sûriyê li hundur de renge bikare pêşya dîktatorî li Demişqê de bigre.

Torên terorê dê jinav biçin

Êrîşek diyarîkirî li dijî hikûmeta Esed dikare encamek din jî ji bo aştiya cîhanî li pey re hebe. Cudakirina hêl û mîhwera Tehran- Demişqê û bi vî awayî jî dawiya hevalbendiya nizîk a Komara Îslamî bî tundajo û radîkalên Hizbulaha Lubnanê û rizgariya dubare a wî welatê êşkişandî.

Li rewşek weha û li egerek wusa de pêwendiyên Komara Îslamî jî bi Hemas, Cehad û gelek gurûpên terorîstî ên din ku fermandehiya wan li Demişqê de ye, dê jinav biçe. Bi kurtî hiloşîna rejîma Esed, dibe sedema dawîhatina bi hizûr û nifûza nemubarek a rejîma Îranê li ser deverê.

Karê han û xurtkirina tehrîmên aborî ne tenê hewcehiya bi êrîşa ser Îranê kêm dike, belkî vê îmkanê dide neyar û muxalîfeta rejîma Îranê ku bi xwasta xwe bi azadî û mafên mirovî bigihîjin.

Bi hebûna alîkariyên bişerm ên Rûsiyê û hewildanên biparêz ên Çînê bona wê ku hikûmeta Esed bi Tund û tûjiyê re nehiloşe, ev du hêzên mezin bi baldan bi kiryarek cîhanî li dijî yek ji hikûmetên herî hov piştî şerê duyemîn ê cîhanî, helwest û reftarên serhişkane ên xwe dê hinekê nermtir bikin.

Çavkanî: irandarjahan