Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrişa Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê

10:35 - 10 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Hêzên Artêşa Tirk li 3 qolanwe bi piştivaniya Firokên şerker kevtne nava Axa Rojavaya Kurdistanê.

Firokan li destpêkê de çendîn Gund û Bajar û cihên Sivîl bombebaran kirin, ku sedan kes ji xelkê Sivîl Şehîd û birîndar bûn.

Şerê giran û bêrehmane ye bi hegera êrişa Tirk bo ser wê para Kurdistanê, bû sebebê derkevtin û derbider bûna dehan hezar kes ji xelkê Sivîle Kurd.

Hêzên Suriya Demokratîk û çekdarên Kurd li çendîn cihan berengarî hêzên Tirk bûn û şer û berxwedaneke giran berdewame.

Bajarên Serekanî, Girê Sipî, Dirbasiye, Qmîşlo, û dewerên ser bi wan, meydana şerên giranin.

Media yên nêzîkî PKK ragihandin ku hêzên YPGê li dijkiryarekê de weke Patek, kevtine nava Tirkiyê û çendîn binkeyên Hikumetî û Serbazî li Qizil tepe yê, kirine emanca êrişa xwe û derbên giran li hêzên Tirk dane.